21:36 22 Mijdar 2017
Zindî
    Koçberên Îraqê

    Asayişa Silêmaniyê: 30 endamên DAIŞê di nav koçberan de hatine girtin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê eşkere kir ku 30 alîgir û endamên DAIŞê di nav koçberên ereb ên ku ji ber şer derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, hatine girtin.

    Bi hezaran malbatên ereb ên herêmên Mûsil, Tikrît û Enbarê yên Iraqê, ji ber şerê DAIŞê reviyane Başûrê Kurdistanê. Beşek ji wan malbatên ereb li nav kampan û hinek jî li nav bajaran bicîh bûne.

    Berpirsê Asayişa bajarokê Çemçemalê yê girêdayî Silêmaniyê, Ehmed Nadir ji Rûdawê re got ku di heyama 6 mehên borî de 30 kesên ereb ku di nav koçberan de derbasî Başûr bibûn, li bajarokê Çemçemalê û nahiyeyên Baziyan, Tekiye û Şoreşê bi tohmeta endamtî û alîgirtiya DAIŞê hatine girtin.

    Ehmed Nadir da zanîn ku hinek ji wan kesan çekdartiya DAIŞê kirine û hinek ji wan jî li herêmên di bin destê DAIŞê de alîkarî dane wê rêxistinê.

    Derheqê tedbîrên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li hember hatina kesên wisa jî wî rayedarê Asayişê got ku li gorî ji me re hatiye gotin, her malbata ereb ku derbasî Başûrê Kurdistanê dibe divê formekê tijî bike, hinek ji wan jî di bin çavdêriya tund de ne.

    Li gorî amarên fermî, zêdetirî 25 hezar erebên iraqî li devera Çemçemalê bicîh bûne.

    Qayîmeqamê Çemçemalê Amanc Mihemed jî di hevpeyvîna xwe bi Rûdawê re got ku me nedixwest ewqas ereb bên Çemçemalê çimkî him arîşeya niştecîbûnê çêdikin him jî malbatên şehîd û enfalkiriyan ji wan aciz in çimkî erebên ku tên vir, hemû sunnî ne û di çavên malbatên şehîdan de hemû alîgirên rêjîma Sedam Husên in. Eger me tedbîr negirtiba dibe ku niha gellek arîşe derketiba.

    Li nahiyeya Baziyanê jî ku girêdayî Silêmaniyê ye, 6 hezar koçberên ereb dimînin.

    Bi heman mijarî:

    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de