16:35 21 Mijdar 2017
Zindî
    Petrol

    Hewlêrê pêtrola dida Bexdayê kêm kir

    © Fotolia/ Edelweiss
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku rêjeya hinardekirina nefta ku ji Bexdayê re tê şandin hatiye kêm kirin.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di meha Hezîranê de 17 milyon û 130 hezar bermîl pêtrol hatiye şandin. Ji wan 12 milyon û 740 hezar bermîl ji bîrên xwe û 4 milyon û 390 hezar bermîl jî ji bîrên Kerkûkê hinarde kiriye.

    Wezareta Çavkaniyên Sirûştî aşkere kir ku rêveberiya Kurdistanê li keştîgeha Ceyxanê 4 milyon û 493 hezar bermî neft radestê kompaniya Îraqê-SOMOyê kirye, lê petrola maye bi xwe firotiye.

    Her wiha, di daxuyaniyê de tê gotin ku `Hikûmeta Kurdistanê, ji bo vê mehî deynê xwe bide, pêtrola xwe bi serê xwe firot. Hikûmeta me deynên saziyên pêtrolê da. Pereyên ku ji saziyên pêtrolê hatibûn deynkirin ji bo ewlekarî û aboriya Kurdistanê û Iraqê pir girîng bûn. 


    Bi heman mijarî:

    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de