21:32 24 Mijdar 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Serokwezîr Barzanî serdana Silêmaniyê kir

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana bajarê Silêmaniyê dike jibo bi rayedarên YNK û Tevgera Gorranê re hevdîtinan bike.

    Rayedarekî PDKê ji Rûdawê re got k Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re îro serdana bajarê Silêmaniyê dikin jibo bi endamên Polîtburoya YNKê re li ser mijarên serokatî û Destûra Herêma Kurdistanê hevdîtin bike.

    Wî rayedarê PDKê her wiha da zanîn ku şanda PDKê wê paşê serdana navenda giştî ya Tevgera Gorranê bike û bi rayedarên wê hêza siyasî re jî li ser heman mijaran bicive.

    Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre duh ji Rûdawê re ragihandibû ku heger PDK dixwaze YNK bi wê re li hev bike divê  YNK di mijarên rêveberiya Kurdistanê, karûbarên aborî her wiha karûbarên ewlehiyê de jî şirîk be.

    Pîre her wiha ragihandibû ku heger ev sê mercên YNKê bên qebûlkirin çareserkirina tiştên din hêsan e.

    Şanda PDKê duh jî di çarçoveya hevdîtinên xwe bi partiyên siyasî re, bi rayedarên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê re li ser heman mijaran hevdîtin kiribû.

    Şanda PDKê ji Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, endamê Polîtburoyê Mesrûr Barzanî pêk tê.

    Heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 20ê Tebaxa îsal xilas dibe.

    PDK dibêje, heta Destûra Başûrê Kurdistanê tê nivîsandin û amadekirin bila Barzanî li ser erka xwe bimîne, lê partiyên din hinek şert û mercan didin pêşiya PDKê.

    Li aliyekî din, YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû dibêjin bila Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin, lê PDK dibêje bila ji aliyê gel ve were hilbijartin. 

     

    Bi heman mijarî:

    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de