07:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmerge sê aliyên stratejîk li dora Mûsilê girtine

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, 3 cih û çeperên girîng ên ku ji bo stendina Mûsilê stratejîk in, di destê Pêşmerge de ne.

    Amadekariyên operasyona stendina bajarê Mûsilê ji DAIŞê didomin. Bajarê Mûsilê duyemîn bajarê Iraqê ye û hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê, milîsên şîe (Heşda Şeibî) û milîsên sunnî (Heşda Wetenî) xwe ji operasyona Mûsilê re amade dikin.

    Serokerkanê Pêşmerge Cemal Êminkî derbarê stendina Mûsilê got ku sê aliyên bajarê Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatine kontrolkirin ku ew her sê alî cih û çeperên stratejîk in ji bo girtina Mûsilê.

    Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, Pêşmerge dizane û dikare şer bike û cihên ku dikevin destê Pêşmerge jî êdî DAIŞ nikare bigire.

    Êdî bêtirî salekê heye ku bajarê Mûsilê di destê DAIŞê de ye. 

    Bi heman mijarî:

    Mûsil/Tilsiqof – 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Etîketan:
    Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de