12:26 25 Mijdar 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Li Şengalê 13 çete hatin kuştin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    HPG û YBŞ'ê dan xuyakirin ku di şer û çalakiyên duh û îro de herî kêm 13 çete hatine kuştin. Di çalakiyeke îro de Fermandarê YBŞ'ê Egîd jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî daxuyaniya hevpar a Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, di 3'ê Tîrmehê saet di 19:30 de, komek ji gerîlayên HPG/YJA Star û şervanên YBŞ'ê avêtin ser nuqteyeke taxa Xeyr Nasir a çeteyên DAIŞ'ê lê bûn. Di serdegirtinê de 6 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Li heman taxê saet di navbera 18-19'an de çalakiyeke sûîqestê pêk hat û di encamê de çeteyek hat kuştin. Ber destê sibehê saet di navbera 01-02'an de şervanên YBŞ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li Geliyê Şîlo çalakiyek lidar xistin. Li vê derê jî 6 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Di vê çalakiyê de doçkayeke 12.5, dûrbîneke mezin a Nîkon, 100 fîşekên doçka û zincîra wê ketin destê gerîla û şervanan. Hat ragihandin din di vê çalakiyê de Fermandarê YBŞ'ê Egîd ê ji destpêkê ve di nava berxwedana Şengalê de cih digire, jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de li ser êrîşên hêzên koalîsyonê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ev agahî hat dayîn: "Di 3'ê Tîrmehê saet di navbera 18:00 — 19:00 de balafirên şer ên koalîsyonê 2 caran li taxa Xeyr Nasir, di heman saetan de carekê li taxa Seraya û saet di 22:00 de jî 2 caran li tax Xeyr Nasir li çeteyan dane."

    Etîketan:
    Şengal, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de