19:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    Kurdistan

    PYD lîdertîya xwe xurt dike

    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 9210

    PYD êdî aktoreke serbixwe yê Rojhilata Navîn e

    Hewldanên DAÎŞ`ê yên bidestxistina Heseke û bi operasyona nepenî ya li Kobanîyê ve tolhildana Girê Spî têk çûn. Ji bilî wê jî, hikûmeta Sûrîyeyê mafê kurdan nas kir, ku tevgerên yekîneyên artêşa Sûrîyeyê yên li bakûr koordîne bikin. Ew naskirin dikare statûya hêzên kurd ji binî ve bide guhertin û hêzeke hiquqî ya lîdertîyê bide wan.

    Şerê li bakûr-rojhilatê Sûrîyeyê niha li xaçerêya Heseke, Ayn Îsa, her weha li nêzê rîyên ji sînor ên wek Kobanî, Girê Spî, Cerablûsê digihîne hev şerên dijwar diqewimin. Ji ber ku windakirina yek ji wan bajaran, windakirina herêmên stratejîk e. Bergirîya Hesekê di heman demê de bergirîya Qamişlo û Kobanîyê ye. Di demên aştîyê de li Hesekê li dora 250 hezar kesan jîyan dikir, ku piranîya wan kurd û asûrî bûn. Ew yek jî bandorê li bergirîyê dike. Neteweyên kêmjimar re tişteke ku winda bikin nemaye. Ji ber ku eger bajar bikeve destê DAÎŞ`ê dikarin çarenûsa kurd û asûrîyên li Mûsilê parve bikin. Şerê li Hesekê yê li dijî DAÎŞ`ê li dora salekeyê berdewam dike. Bi taybet jî di hefteya dawîyê de pêvçûnên dijwar diqewimin. Çeteyên DAÎŞ`ê re li hev hat ku biherikine çend taxên bajêr ên wek Ezîzîye û Gvêranê. Niha li bajêr rewşa awarte hatîye îlankirin. Ji bo parastina bajêr, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û yekîneyên artêşa hikûmeta Sûrîyeyê li ser koordînasyoneke xurt li hev kirin.

    Nûnerê Otonomiya Federal a Netewî-Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patîyev di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Piştî bûyerên li Hesekê, dema DAÎŞ`ê hewl da bi operasyona nepenî ve Kobanîyê û di heman demê de êrişên li ser Heseke û Girê Spî pêk bîne, hevkarîya YPG û yekîneyên artêşa Sûrîyeyê hate xurtkirin. Di dema êrişa li ser Hesekê de, beşek artêşa Sûrîyeyê derbazî alîyê DAÎŞ`ê bûn û beşekê jî xwe gihande kurdan, ku bi tev kurdan li dijî DAÎŞ`ê şer bikin. Piştî hevdîtinan, kurdan ji wan re pêşnîyar kir, ku teknîka leşkerî li wê herêmê bihêlin. Li ser lihevkirina dualî, YPG`ê koordînasyona tevgerên şer yên li Hesekê girte dest xwe. Plan wê ji alîyê YPG`ê ve bêne amadekirin û dabînkirina wan planan jî wê bi awayeke hevbeş bêne pêkanîn”.

    Tê dîtin ku rewşa li bakûr-rojhilatê Sûrîyeyê ji hemûyan zêdetir ji PYD`ê re sûdmend e. Ji alîyekê ve piştgirîya hêzên hikûmî yên Sûrîyeyê werdigre û ji alîyê din ve jî piştgirîya hewayî ya koalîsyona navneteweyî. Bi wî awayî PYD êdî vedigere lîstikvankeke serbixwe.

    Rêvebirê Navenda Lêkolînên Welatên Rojhilata Navîn û Asya Navîn Semyon Bagdasarov rewşa giştî û rola PYD`ê wisa dinirxîne:

    “Li wê herêma ku kurd şer dikin, serkeftinên mezin hene. Ji bilî Kobanîyê, êdî Qamişlo jî di bin kontrola PYD`ê de ye. Ango niha herêmeke bi dirêjahîya 400 kîlomtreyan a bi Tirkîyeyê ve sînor di bin kontrola wan de ye. Ew yek jî tirkan gelek endîşedar dike. Hikûmeta Sûrîyeyê sîyaseteke rast dimeşîne. Bi tevî ku di nav rewşeke xerab jî de ne, 7 milyon dolar alîkarî dane kurdan. Ji bo hikûmeta Sûrîyeyê pêşîlêgirtina alîkarîya ji Tirkîyeyê ya ji bo DAÎŞ`ê gelek giring e. Eger kurd operasyona li ser Reqayê jî bi serkeftî pêk bînin, ku tenê 80 kîlometreyan ji wî bajarî dûr in, wê gelek tiştên erênî derkevin holê. Niha êdî her diçe, hevkarîya kurd û hikûmeta Sûrîyeyê zêdetir dibe. Hevkarîya PYD û Hikûmeta Sûrîyeyê, Tirkîyeyê gelek endîşedar dike. Ji ber ku PYD baskeke PKK`ê ye. Bi taybet jî piştî serkeftina HDP`ê ya hilbijartinên parlamentoyê, ku tewaya başûr-rojhilatê Tirkîyeyê serkeftineke mezin bi dest xist, rewşeke taybet peyda bûye. Rewşa peydabûyî tirkan gelek aciz dike”.

    YPG li ser sînorên Tirkiye û Sûriyeyê
    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis, file

    Rewşa li bakûr-rojhilatê Sûrîyeyê bi saya hewldanên PYD`ê ber bi aramîyê ve diçe. PYD her diçe li cîhanê zêdetir tê naskirin û ji alîyê koalîsyona navneteweyî jî tê piştgirîkirin. Ji alîyê din, PYD sîyaseteke bi parseng dimeşîne û hewl dide ku otonomîyeke di nav Sûrîyeyê de saz bike. Bi wê sîyasetê ve desteka hikûmeta Sûrîyeyê jî distîne û derfeta bikaranîna resûrsên hikûmetê jî bi dest dixe.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Hesekê 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin
    YPG: Di operasyonên Kobanê de 80 çete hatin kuştin
    YPG: 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    YPG: gundên di navbera Kobanê û Girê Spî hatin paqijkirin
    Salih Mislim: YPG wê ji Girê Spî derkeve
    YPG: Di şerê Girê Spî de 124 DAIŞî hatin kuştin
    Rewşa dawî li Girê Spî- YPG mal bi mal li dû DAIŞê digere
    Deriyê Sînor ê Girê Spî-Akçakale ket destê YPG’ê
    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
    Etîketan:
    Rojava, Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de