04:53 24 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ-Îraq

    DAIŞ gefan li xelkê Bakûrê Kurdistan dixwe

    © AFP 2017/ AHMED DEEB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Rêxistina DAIŞê ku sînorê Kilisê mayinan diçîne, jiber alikariya wan nakin ku bi qaçaxî derbas bibin, gefan li xelkê Bakûrê Kurdistanê jî dixwe.

    Rêxistina tundrewî ya DAIŞê li ser sînorên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hewl dide deriyê Es Selame yê li sînorê Serêkaniya ser xetê bigre. Li gor ahagiyan li nêzîkê navçeya Ezazê şer û pevçûn di navbera çekdarên Artêşa Azad û DAIŞê de didomin. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku DAIŞ sînorê Bakûr û Rojava mayinan diçîne û li nêzîkê Ezazê gelek baxên fistiq û zeytûnan yên xelkê şewitandin. Li gor nûçeyên medaya Tirkiyê artêşa Tirk jî li ser sînor gelek hêz kom kiriye û wê bi topên obus û mûşekan li DAIŞê bixe. Ji aliyekê ve jî jiber êrîşên DAIŞê yên li ser Ezazê, hêzên YPGê yên li Efrînê jî ketin amadebaşiyê. Li gor nûçeyan endamên DAIŞê ji ber xelkê gundên Elbeyli û Çobanbeya Kilîsê razî nebûne wan ji sînor bi awayek qaçax derbas bikin, gef li xelkê xwarine.

    Etîketan:
    DAÎŞ, Kurdistan, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de