14:47 21 Mijdar 2017
Zindî
    Heyeta HDP`ê li Qendîlê

    “Dewleta Tirk 4 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye”

    © Foto: https://twitter.com/idrisbaluken
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1801

    Parlamenterê berê yê HDPê Ûfûk Ûras eşkere kir ku dewlet nahêle HDP bi Ocalan re hevdîtin bike lê heta niha 4 caran rayedarên dewleta Tirk bi Ocalan re hevdîtin pêk anîne.

    Şanda HDPê ya Îmraliyê ji meha Nîsana îsal ve bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye. Rewşenbîrê tirk û parlamenterê berê yê HDPê Ûfûk Ûras di civîna ku ji aliyê organîzatorên kampanyaya bi navê “Bila Pêvajoya Çareseriyê Bidome!” de axivî û got, li gorî agahiyên ku gihîştine destê me, dewletê ji meha Nîsanê ve heta niha 4 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Ûfûk Ûras diyar kir ku dewleta HDPê tevlî hevdîtinan nake ji ber wê jî nikare Ocalan razî bike. Ûras ji hikûmetê xwest ku rê bide şanda Îmraliyê ji bo ku bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne. Şanda Îmraliyê ya HDPê jî pêr (2ê Tîrmehê) gotibû, eger dewlet nahêle hevdîtina bi Ocalan re bidome dê dest bi mîtîngên aştiyê bikin.

    Etîketan:
    Imralî, Kurdistan, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de