15:09 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mesrûr Barzanî

    Mesrûr Barzanî: Divê hêzên PKK û YPGê ji Şingalê derkeve

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku serxwebûna Kurdistanê dê di şikandina DAIŞê de rolek mezin bilîze. Mesrûr Barzanî her wiha got, dema rewş normal bû hêzên PKK û YPGê divê ji Şingalê derkevin.

    Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji malpera Al Mounîtor re li ser rewşa Başûrê Kurdistanê, şerê DAIŞê û serxwebûna Kurdistanê axivî. Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku hêzên Pêşmerge karîn DAIŞê bişkênin û heta niha ti hêzekê mîna hêzên kurdî nekariye erkên xwe di şerê DAIŞê de bicîh bûne û got, DAIŞ dê bişkê û ji bo vê yekê tenê wext pêwîst e. Barzanî daye zanîn ku heta niha di şerê DAIŞê de 1280 Pêşmerge şehîd bûne, nêzîkî 7 hezar jî birîndar bûne lê li hember de 11 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê her wiha gotiye, piştî ku bajarê Rumadî yê Iraqê û Tedmura Sûriyê ketin destê DAIŞê, wê rêxistinê dîsa hêz û moral wergirt lê DAIŞ dê her were tinekirin. Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye ku Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de li bendê bû Tirkiye alîkariyeke zêdetir bide Hewlêrê çimkî endamê NATO û hevpeymaniya li dijî DAIŞê ye û gotiye, dema Tirkiye xwest tiştekî bike, êdî dereng bibû. Li ser tirs û fikarên Tirkiyê yên li hember Rojavayê Kurdistanê jî wî rayedarê Başûrê Kurdistanê gotiye, divê Tirkiye zêdetir ji DAIŞê bitirse ne ji kurdan. Li gorî Mesrûr Barzanî, eger Kurdistan serbixwe bibe û kurd bikaribin bi qasî îhtiyacên xwe çek bikirrin dê di şikandine DAIŞê de rolek mezin û bi bandor bilîzin. Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser hebûna hêzên PKK û YPGê li Başûrê Kurdistanê bi taybet li devera Şingalê jî gotiye, ew li Başûr mêvan in û divê piştî ku rewş normal bû, vegerin welatê xwe. Li ser rewşa Iraqê jî Mesrûr Barzanî diyar kiriye, Iraq bûye sê beşan; beşek ji aliyê kurdan ve tê birêvebirin, beşek di bin destê DAIŞê de ye û beşa din jî aliyê şîeyan ve tê meşandin. Lê kurd DAIŞê wek hevsînora xwe qebûl nake û divê were jinavbirin. Rûdaw

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de