00:10 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî Hilbijartin Çareserî

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13010

    Partiyên Kurdistanê hewldidin lihevkirinekê bidestxin

    Krîza serokatiyê li Kurdistanê, piştî ku 23 Hezîranê gihiştibû bandeva xwe, hin bi hin dadikeve. Di dema ku partî hûrgilyên derbarê hilbijartina serokê Herêmê dikin, Parlament êdî destbi tatîla havînî ya du mehane kirye.  Lê,hema bêj, tu-alî ne dije ku Mesûd Barzanî jibo postê serokê Kurdistanê bê berbijartin. Hilbijartin bixwe bikêmanî jibo 6 mehan tên  bipaşvexistin, tev ku du demên serokatiya Mesûd Barzanî bi awakî formal di meha Tebaxê de bidawî dibe.

    Şirovekirna siyasetmeder, eksperê di warê Rojhilata Navîn û problêma kurdî de Vadîm Makarenko.

    Di dema ku gengêşiyên germ derbarê hilbijartinên jibo postê serokê tên kirin, parlamento êdî jibo du mehan karê xwe betal kirye: opozisyon a ku di parlamentoyê de xwedî piranî ye, 4 varyantên serrastkirna zagona derbarê sîstêma birêvebirna hilbijartinên serok pêşkêşî parlamentoyê kirye. Zagona niha pêşniyar dike ku serok yekser ji aliyê gel ve bê hilbijartin. Her partiyek varyantê xwe pêşkêşdike, lê ew tevdê, çi `Goran`, çi jî herdu partiyên islamî û heta nî YNK dijî birêvebirna hilbijartinên serok yên yekser in û dixwazin ku serok bi riya parlamentoyê bê hilbijartin. Serok di vê rewşê de pir bi parlamentoyê ve tê girêdan, lê ya sereke ew e ku dîktatorya partiyên opozisyoner xurt dibe ku tersî PDK, ne berjewendiyên dewleta kurdî, lê berjewendiyên herêmên xwe diparêzin. Di heman demê de  sedema sereke ya van hewldanan xwesteka bidawîanîna `desthilata bê sînor` ya hoza Barzanî ye. Bêguman  balans hêzê li herêmê wisa ye ku di dema birêvebirna hilbijartinên  parlamentoyê an şaredariyan de  wê kandêdên cî biserkevin, jiber li ser asta rojane ew bêtir nêzîkî xelkê ne. Lê jibo tevan diyare ku li ser asta netewî, pêşber ji Barzanî re tune. Ne xasim, dema behsa serxwebûnê tê kirin, bi destxistina ku tam bi Mesûd Barzanî ve girêdidin, gelek pirsên jiyana rojane  jibo kurdan dadikevin planê didwan û heta sêyan jî. Bêguman, Mesûd Barzanî wek rêberê tevgera rizgarkirna netewî a kurd tê hesêb. Ji bilî wê jî, serok Barzanî  xwedî ezmûnek siyasî ye ku êdî ne carekê hiştiye ku ji rewşên pir zehmet derkeve û gelek caran dijberên xwe yên siyasî bi aliyê xwe ve aniye. Kursyên opozisyonê di parlamentoyê de jî ne wiqasî zêdene. Heger niha hilbijartinên Parlamentoyê û serok bên birêvebirin, tu-kes nikare texmîn bike bê wê deng çawa bên belavkirin. Lê mirov dikare texmîn bike ku di vê rewşê de wê PDK biserkeve.  Ev partî her û her bêtir şexsiyeta wê ya netewî mezin dibe.

    Mesûd Barzanî dixwaze lihevkirnek netewî pir alî bidestxîne, bêguman beşek ji çareseriya krîzê serokatiyê  ew e ku hemû partiyan lihevkirnê ku `serok Barzanî divê di postê xwe de bimîne. Pirs niha derbarê belavkirna desthilatên dine, bi taybetî, derbarê tedabîrên ku divê bi awakî sereke mekanîzmên karkirna instîtûyên serokatiyê eşker bike.

    Profesor Ofra Bendjyo, eksperê pêşeng yê Navenda lêkolînên Rojhilata navîn û Afrîqyayê ya binavê Moşê Dayan di warê problêma kurdî de, dibîne ku Mesûd Barzanî wê bikaribe çareseriyek siyasî ji problêmê re bibîne.

    `Ev rewşek nuh-kevne. Ev rewş ji hilbijartinên sala 1992-an ve destpêdike. Wê demê jî problêma serokatiyê hebû. Ew (Barzanî û Talbanî) hema bêj wek hev bûn. Ev problêm hertim heye. Lê, jiber şerê bi DAÎŞê re û Îranê, dibe ku çareseriyekê bibînin. Zehmete mirov bêje bê ev çareserî wê çawa be, lê ew wê wê bibînin. Tu-kes li ba YNK, Goran û `Yekitiya Islamî` tune ku pêşberiyê bi Mesûd Barzanî re bike. Ew kare vê krîzê çareserbike, ne wisa be wê problêm derkeve. Ez dibînim ku Mesûd barzanî di nav gelê Kurdistanê xwedî nasyariyek taybet e, tev ku li Silêmaniyê niştecî pirtirin jî. Ez nizanim bê ew çawa vê problêmê çareserbike, lê tê çareserkirin. Barzanî û tîma wî xurtir in, ew dikarin çend grûpan bi aliyê xwe ve bikşînin û wê biserkevin. Helbet, di hilbijartinên yekser de Barzanî wê biserkeve. Ez nabînim ku Barzanî mîna, wek nimûne Erdogan, dixwaze bibe mirovê bihêz. Serxwebûna Kurdistanê di serê wî de ye, tiştên din kêm bala wî dikşînin. Ez nabînim ku ew dixwaze bibe sûpêr serok ku hemû pirsan çareserdike. Ev ne şêwê wî yê kar e.

    Dem di berjewndiyên Barzanî de kar dike, jiber Kurdistan her û her bêtir serbixwe dibe û berjewendiyên netewî destpêdikin bi ser yên din dikevin û mejiyê nişteciyan diguherin. Barzanî û partiya xwe karîbûn gefa protestoyên endamên parlamentoyê rawestînin, niha pirs  dikeve warê praktîk de, lê hilbijartin  wê ne di meha Tebaxê de, lê dibe di Îlonê an jî derengtir lidarkevin.

    Şêwirdarê Dîwana serokê Herêma Kurdistanê Kifah Sinjarî rewşa girêdayî bi birêvebirna hilbijartinan şirovekir û got ku hilbijartinên serok ku niha partî giftûgodikin, her wiha qebûlkirna destûra Kurdistanê, hîn wê ne mehekê tenê dirêj bikin.   

    `Ez nabînim ku hilbijartinên serok wê di demek nêzîk de lidarkevin. Komisyona Bilind ya Hilbijartinan jiber sedemên teknîkî û darayî, nikare hilbijartina di 20 Tebaxê de birêvebibe, jiber, wek komisyonê bixwe şirovekir, jibo birêvebirna hilbijartinan 6 meh pêwîstin. Jiber vê yekê hilbijatin di meha Tebaxê de nayên plankirin û wê baş derengtir lidarkevin. Li gorî zagonê, serokê Herêma Kurdistanê divê parlametê derbarê bidawîbûna dema serokatiya xwe ragihîne ku 19 Tebaxê xelas dibe. Paşê gerek hilbijartinên nuh lidarkevin. Sîstêma birêvebirna hilbijartinan ji aliyê partiyan ve tê giftûgokirin, paralel karê li ser destûrê ji aliyê komîta taybet ku jibo vê yekê hatiye sazkirin tê pêkanîn.

    Parlamentoyê ku sala 2013-an hatiye hilbijartin û piştî vê demî rastî gelek guhertinên mezin hat, dikare bibe stargeha opozisyonê.  Tetîla Parlamentoyê wê du mehan dirêjbike. Wek tê xuyakirin, gotebêjên di navbera partiyan de di vê demê de wê ne tenê tedabîrên hilbijartinan û mafê Barzanî jibo dîsa di hilbijartinan de beşdarbibe çareserbikin, lê wê bihêle ku hilbijartinên nuh yên parlamentoyê jî lidarkevin.

    Bi heman mijarî:

    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de