07:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    Bayik: Tirkiye wê yekê bike dê şer dest pê bike

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Hevserokê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku, Tirkiye dixwaze derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe jibo li Cerablusê DAIŞê biparêze.

    Eger Tirkiyeyê wê yekê bike emê dest bi şer bikin.

    Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe bi tilvizyona nêzîkî PKK-ê re ragihand: `Pilana çêkirina herêmeke tampon li Rojavayê Kurdistanê tirsnak e. Tirkiye dixwaze biçe Cerablus û li wir bi hemû awayekî alîkariya DAIŞê bike. Dixwaze bi rêya herêma tampon DAIŞ biparêze.`

    Bayik wiha domand: `Eger Artêşa Tirkiyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, wê kurd jî berevaniyê di ber xwe de bikin. Agir wê ne tenê di nava Sûriyê de be, lê belê wê bigihê Tirkiyeyê jî.`

    Di vê dema dawî de Tirkiye hêza xwe li ser sînorê Sûriyê kom dike û dixwaze derbasî navçeya Cerablusê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bibe û herêmek tampon ava bike.

    Cerablus dikeve navbera herdu herêmên Kobanî û Efrînê de û niha di destê DAIŞê de ye.

    Roja 25ê Hezîranê, 80 çekdarên DAIŞê bi dizî derbasî bajarê Kobanê bûn û di nava 2 rojan de zêdetirî 300 welatî şehîd kirin û 300 kesên din jî birîndar kirin. Bayik serokkomarê Tirkyeyê Rejap Tayyip Erdogan bi komkujiya Kobanê gunehbar kir.

    Bi heman mijarî:

    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    PKK: Êrişên Amedê ragihandina şer e li dijî gelê kurd
    Şerê PKK û PDKê sekiniye
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de