21:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilata Başûrê Tirkiyê Mahmut Bozarslan

    Mahmut Bozarslan: ‘Dewletên Navneteweyî naxwazin Tirkiye bikeve Sûrîyeyê’

    © Foto: Gulnuş Ergûl
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 101 0 0

    Sekreterê Giştî yê Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilata Başûrê Tirkiyê Mahmut Bozarslan dibêje niyeta AKP heye ku li Rojava heremek tanpon çê bike ,lê şert û mercên siyaseta navnetewî dest nade ku Tirkiyê tiştek wiha bike.

    Mahmut Bozarslan di derbarê êrişên DAIŞ’ê ku li ser gelê Kobanê kiriye de peyîvî û got ku Girê Spî, ji bo çeteyên DAIŞ’ê heremek girîng bû. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê li Girê Spî derbeyek mezin ji hêzên kurd xwarin, DAIŞ êrişê ser Kobanê kir. Bozaraslan anî ziman ku Rakka bi Girê Spî ve girêdayiye û ji bo DAIŞ ciyekî girîngbû.. Dema Girê Spî ket, riya Rakayê jî, ji destê DAIŞ’ê derket û DAIŞ nikaribû ji Rakkayê alîkarî bigre. DAIŞ xwest ku tola xwe ji kurdan bistîne, ji ber vê yekê jî êrişên kurdan kirin. Ji aliyên din ve jî DAIŞ naxwaze ku kantonên Rojava bigihîjin hev. Ji ber wê jî êriş li Kobanê kir û xwest ku hêza kurdan paş ve bixe. Ji aliyên din ve jî xwest ku moral bide endamên çeteyên xwe.

     

    Bozarslan di derbarê sîyaseta Tirkiyê ya Surî de axivî û got ku rewşa Sûrî bandorek mezin li ser avakirina hikûmeta Tirkiye nû bike. Hikûmeta ku nû were ava kirin re pirsgirêka hêrî girîng, pirsgirêka Surî be. Ev hikûmet bi pirsgirêka Surî re bi rû bi rû bimîne.

    Bozaraslan anî ziman ku niyeta AKP heye ku li Rojava heremek tanpon çê bike,lê şert û mercên siyaseta navnetewî dest nade ku Tirkiyê tiştek wiha bike. Niha weka ku em ji çapemeniyê dişopînin, dewletên navnetewî naxwazin Tirkiye bikeve Surî. Ku Tirkiye bikeve Sûrî û heremek tanpon çê bike, divê di serî de bi Rusya,Amerika, İran û bi Çinê ra hevditin pêk bîne û wan îkna bike. Li gor nêrîna min ev jî ne mumkin e.

    Bozarslan diyar kir ku niha DAIŞ ji Sûrî re xeterek e lê ihtimal heye ku berê xwe bide Tirkiyê û zirarê bide Tirkiyê. Divê Tirkiye vê yekê bide ber çav û li gor we siyasete xwe bidomîne.Bozaraslan da zanîn ku li Tirkiyê hikûmetek nû, bê koalîsyon nikare bê avakirin. Ji ber wê jî koalîsyona nû nikare ji bin pirsgirêkê Tirkiye derbikeve û emrê vê koalîsyonê ewê pir ne dirêj be. Li gor nerîna min di navbera 5- 6 mehan de hilbijartinek nû çê bibe.

    Di dawiya axaftina xwe de Bozarslan anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka kurd ketiye rêya siyasî û got:’’ Piştî vê merhaleyê êdî kurd naxwazin bi çekan pirsgirêka kurd çareser bibe. Piştî ku HDP ji sedî 13 an dengan girt, rê ji gelê kurd re vebû û ev rê berfirehtir dibe. Li gor nêrîna min çaresekirina pirsgirêka kurd di parlementoyê de bê çareser kirin. Pêşiya gelê kurd vekiriye. Pêvajoya aşitiyê bûye malê gel ew ê berdewam bike.’’

    Bi heman mijarî:

    Rojava - Asayişê kirîn û firotina xaniyan qedexe kir
    Huseyîn Durmaz: ‘Ji bo Rojava piştgirî berdawam dike’
    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin
    Asayişa Rojava: Firokeyên bêyî firokevan gehiştin dest me
    Kurdên Rojava di Kongreya Qahîreyê de beşdar in
    Brûksel – Konferansa nûavakirina Kobanî dest pê kir
    Hejmara dawî ya şehîd û birîndarên Kobanî
    Kobanî – 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin 9 jî dîl hatin girtin
    Etîketan:
    Rojava, Tirkîye, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de