04:46 22 Mijdar 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    Îbrahîm Biro bû serokê nû yê ENKSê

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Civîna Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bidawî hat û serokê nû yê wê hat hilbijartin.

    Li gor agahiyên Rûdawê, civîna Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bidawî hat. Di vê civînê de serokê nû yê ENKSê hat hilbijartin.

    Her wiha, li gor agahiyên Rûdawê, civîna Emîndariya Giştî ya ENKSê li Qamişlo bidawî hat û Îbrahîm Biro weke serokê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê hat hilbijartin.

    Wek  Rûdaw radighîne, Ofîsa Serokatiya ENKSê jî ku ji 5 kesan pêk tê hat hilbijartin û tevî Îbrahîm Biro her yek ji Fêsel Yûsif, Ehmed Sîno, Hejar Hesen û Xelîl Husam bûn endamên Ofîsa Serokatiya ENKSê.

    Li gorî zanyariyên Rûdawê, ku endamên Komîteya Darayî û Komîteya Karûbarên Encumenên Xwecihî jî hatin diyarkirin.

    Her wiha, li gorî zanyariyên Rûdawê, Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê xwe ji Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê vekişand.

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin
    ENKS: êrîşên ser Kobanê pêwîstiya yekrêziya Kurdan eşkerekir
    ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de