12:11 25 Mijdar 2017
Zindî
    Dr . Mehmûd Osman

    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 31840

    Daxuyanîya serokê Rûsyayê ya li hember helwesta Tirkîyeyê pir girîng e û pêwîste Kurd ji vê fersendê sûdê werbigrin

    Piştî serketinên şervanên kurd li Rojavaya Kurdistanê bi ser çeteyên DAÎŞ`ê û rizgakirina hêla sînor ya di nêvbera rojava û Tirkîyeyê de, herweha veqetandina peywendîya sînor ya di nêvbera DAÎŞ û Tirkîye, weha xuya bû ku hikûmeta Anqerê bi wan serketinên şervanên kurd gelekî dilteng buye û Civata Ewlehîya Niştîmanî yaTirkîyeyê bi serokatya Receb Tayîp Erdogan civînek lidar xist û ragehand” artêşa Turkya berheve ji bo parastina ewlehîya Tirkîyê bikeve nav xaka Sûrîyeyê.

    Helbet ew helwesta Tirkîyeyê hin renkvedanên navdewletî û herêmayetî hebûn, bo yekem car Viladîmîr Pûtîn serokê Rûsya Ferdal bersîva helwesta Tirkîyeyê da û ragehand” eger artêşa Tirkîyeyê bikeve bakûrê Sûrîyeyê, ne tenê wê rast bi derbeyên şervanên kurd be, lê me jî li wir li hemberî xwe dibîne, her weha welatê Amerîka jî bê helwest nebû li hember destêwerdana Tirkîye di navçeyên Rojava Kurdistanê û îdareya Waşîngtonê ragehand:  ``Tu pêwîstî nîne ku Tirkîye bikeve nava xaka Sûrîyeyê de, di alîyê hember de jî Salîh Muslîm hevserokê Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) ragehand” ew sînor ne tenê sînorî Tirkîyeyê ye, welatên mezin ji me re gotine ku hun hevbeşin di sînor de û şervanên me jî amadene bo her destêwerdaneke artêşa Tirkîyeyê.

    Dr. Mehmûd Osman sîyasetmedarê navdarê kurd helwest û daxuyanîya serokê Rûsya Ferdal Viladîmîr Pûtîn bi girîng dizane û dibêje pir baş e û di heman demê de jî fersendeke ku kurd têkilîyên xwe bi Rûsyayê re bêtir xurt bikin, ji ber ku peywendîyên kurd û Rûsya pir dêrîn in û pêwîste kurd sûdê ji vê derfetê werbgirin.

    Herweha Dr. Mehmûd Osman bo Sputnîk Kurdistan ragehand" me daxwaz ji civaka nadewletî û Amerîka jî kirîye ku pêwîste li hember helwesta Tirkîyeyê bê deng nebe. Receb Tayîp Erdogan piştî ku buye serokkomar buye Sultan û hişê wî têkçûye û her demek êrişê dike ser alîyekê û dibêje hêz dişînim Sûrîyeyê û ew kurdên li rojava şer li dijî DAÎŞ`ê dikin xirabtirin ji terorîstên DAÎŞ`ê.
    Dr. Mehmûd Osman ew yek jî got: xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye, lê pêwîste kurd sûdê ji vê derfetê bibîne û bêtir yekrêzîya wî hebe, hewla xwe bide ligel welatên hevpeyman li cîhanê û Rûsya xwe nêz bike û wan tê bigehîne ku kurd çi dixaze li navçeyê, ji ber ku rewşa navçeyê pir aloz bûye û ew daxuyanîya serokê Rûsya Federal wê bibe sedem ku Tirkîye helwesta Rûsya li ber çav bigire bo her gaveke ku li navçeyê bavêje.

    Bi heman mijarî:

    Tirkîye êdî ji bo Rojavayê welateke pêbawer nîne
    Perspektîvên navbeynkarîya hevbeş a Tirkîye û Îranê
    Ocalan Îso: Çekdarên DAIŞê ji Tirkiyeyê derbasî kobanî bûne
    Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike
    Rûsya amadeye sêyemîn civîna aliyên Sûriyê lidarxe
    Nazmî Gur: Em dixwazin ku Rûsya di çareserkirina pirsa kurd de rol bilîze
    Etîketan:
    Rojava, Tirkîye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de