03:18 25 Mijdar 2017
Zindî
    ypg,pyd,hêzên kurd,şervanên kurd

    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser gefên Tirkiyê yên derbarê operasyona leşkerî li hember Rojavayê Kurdistanê û komkirina hêzên leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daxuyaniyek belav kir.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku kurd ti carî li Sûriyê dewletê ava nakin, lewma tirs û fikarên rayedarên Tirkiyê bi taybet Serokomar Erdogan vala ne, ji ber wê jî divê Tirkiye dest ji tehdîd û fikarên xwe berde.

    PYDê her wiha ragihand ku ew beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ye, ji ber wê jî divê Amerîka, Fransa û welatên din ên hevpeymaniyê nehêlin Tirkiye derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

    Her wiha, di daxuyaniya PYD tê gotin ku ew dixwazin di bin banê Sûriyeke yekgirtî û demokratîk de karûbarên xwe birêve bibin û ti niyeta wan a avakirina dewletê jî tine.

    PYDê her wiha diyar kir ku hêzên YPGê, Rojavayê Kurdistanê diparêzin û niha jî amadene bersiva her êrişa ku li ser wî beşê Kurdistanê bê kirin, bidin.

    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de