15:01 21 Mijdar 2017
Zindî
    Kobanê

    Encamên Êrîşa li ser Kobanê

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10620

    Kobanê wek bajarekî hilweşyayî û vala tê xuyakirin, lê nêzîkî 100 hezar kesî di rewşek pir dijwar de lê dijin.

    Êrîşa çekdaran ya ji nişka ve jibo nişteciyên bajêr şokek mezin bû, lê jiyan berdewam e: divê xelk bijin, xaniyên xwe serrastbikin, ewledariya xwe misoger bikin. Rewşan xalîl ji bajarê ku bi ser xwe ve hatiye diaxive.

    Birêxistinkirna deshilata li Rojava pirsek zehmet e. Hikumeta Başar Asad nikare bakurê Sûriyê biparêze û kontrolbike, hêzên siyasî yên herêmê desthilat wergirtine û kantonan birêvedibin. Piraniya kesên ku desthilata li vê herêmê wergirtinê helbet kurd in, jiber ew piraniya nişteciyên herêmê ne. `Yekînên Parastina Gel` parastinê misogerdikin. Kurdên herêmê ji ragihandinên desthilata Tirkiyê yên derbarê ku ew tu-carî desthilata kurdî li wir qebûlnakin, şaşomaşo mane. Lê alternatîva vê yekê tenê desthilata DAÎŞ-ê ye. Metirsî niha niha ji her deverê ve heye. Çekdaran di dema êrîşa li ser Kobanê de bi grûpên ne mezin lê bi yek planî ji her aliyan ve êrîşî bajêr kirin, tu-aliyên bajêr yên ne xeter tune bûn.

    Bi giştî derdora 100 kesî êrîşî bajêr kirin. Beşekî ne mezin ji wan di riya noqta kontrolê de derbasî bajêr bûn, bi giştî 4 pîkabên `Hunday Hay Lox` bûn. Ji aliyê rêya Cezîrê di rêya noqtên kontrolê de çend otomobîl derbasbûn. Beşekî mezin ji çekdaran di nav penaberan de bûn. Çekdarên DAÎŞê ji netewên cuda ne. Ji welatên erebî hene, ji welatên tirkî, her wiha yên bi kurdî jî diaxivin hene. Piraniya wan bê nasname ne.

    Bajarê kobanê şehîdên xwe vedşêre, hema bêj hemû yên hatin kuştin nişteciyên bajêr in, 75% ji wan jin û zarokin.

    Hejmara kuştiyan nêzîkî 300 kesî ye. Ev kesên ku hatine dîtin. Lê bajar êdî vegeryaye rîtma jiyana xwe ya jirêzê. Vegerya. Tenê li her deverê rêûresmên serxweşiyê ye. Li her kolanê, li ba her kesî…tev wisa jî, xelkê destbi serrastkirna xaniyên xwe kirne.

    Niştecî ne bimebestin dev ji bajarê xwe berdin. Tu-xakên din jibo wan li tu-deverên din tune. Dema ew çend mehan li Tirkiyê jiyan bi vê yekê hesyan. Jiyana di kampan de jibo penaberan –ne şekire, êdî du mehin ku xelk vedgerin bajar û gundên xwe.

    `Berya demek nêzîk hejmara nişteciyên bajêr 78 hezar kes bû, lê niha êdî bi ser 100 hezarî ketiye. Ez bixwe ecêb mayî mame bê ev niştecî li ku bicîbûne. Ez diçim û ecêbmayî dimînim, xaniyên hilweşyayî-tiştek tune, lê ji wan jinik, zarok derdikevin. Niha em elektrîka xwe ji dînamoyên êlêktrîkê werdigrin. Ev dînamo li ser sotemniya dîzel kar dikin. Li her malê bîr heye û bi dînamoyên elektrîkê avê ji wan derdixin. Hemû madên xwarinê hene. Ez duh  nîvro di ber xwarinê re derbasbûm û min dît ku her madên xwarinê tên firotin. Hemû tişt heye, cilên cûrbicûr, sol, xwarina zarokan, sebze, mêwe, bixwe min ne dît, lê dibêjin hene. Beşek ji van madan di sînorê Tirkiyê de derbas dibe û gelek ji wan jî di rêya Cezîrê-Kobanê re derbasdibin.

    Di dema şerê Kobanê de ku payizî û zivistanî  pêkdihat, xelkê li gundan tiştek ne çandin. Xelk niha li gundan hene, berya mehek-du mehan vegeryane gundên xwe, lê heta niha pir hindik sebze çandine. Lê êdî xiyar û xirtikan ji bexçên xwe dixwin.

    Xelk jiber êrîşa berya çend rojan dêşin, jiyan bixwe wê vê êşa wan derman bike, bajarê Kobanê wê ji nû ve bije.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara şehîdên Kobanê derket 231 kesî
    YPG: Di operasyonên Kobanê de 80 çete hatin kuştin
    Amedî wê ji bo Kobanê xwepêşandanê bikin
    Helwesta Amerîkayê ji êrişa DAIŞê li ser Kobanê
    ENKS: êrîşên ser Kobanê pêwîstiya yekrêziya Kurdan eşkerekir
    Kobanê- DAIŞ 4 cih kirine çeperên xwe
    Li Kobanê hejmara qurbaniyan gihişt 42 kesan
    Bêtir ji 100 kesî li Kobanê birîndarbûne
    Penaberên Kobanê nikarin vegerin malên xwe
    Piştî rizgarkirina bajarê Girê Spî li Kobanê pêdiviyên jiyanê rezan bû
    YPG: gundên di navbera Kobanê û Girê Spî hatin paqijkirin
    Enwer Mislim: Girê Spî wê girêdayî Kantona Kobanê be
    Berkel: `Pêdîviya Kobanê bi korîdorên merovî heye`
    YPG: Li Kobanê û Cizîrê 13 gund û gundik hatin rizgarkirin
    Li Kobanê û Cizîrê 9 gund hatin rizgarkirin
    Li Kobanê 7 gund hatin rizgarkirin
    Rêxisrinek nû ji bo rakirina Mayinan derbasî Kobanê bû
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Li Amedê Konferansa Jinûveavakirina Kobanê birêve çû
    Serokatiya Parlementoya Kurdistanê serdana Kobanê dike
    Kobanê: Qirkirina DAIŞê û azadkirina 332 gundan
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Li Kobanê 4 gundên din rizgar bûn
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de