18:06 23 Mijdar 2017
Zindî
    Rêvebirê Komeleya Hevkariya Rojava Huseyîn Durmaz

    Huseyîn Durmaz: ‘Ji bo Rojava piştgirî berdawam dike’

    © Foto: Ergul Gulnûş
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 93 0 0

    Rêvebirê Komeleya Hevkariya Rojava Huseyîn Durmaz dibêje Komeleya Hevkariya Rojava ji bo parastina kurdên Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne û alikariya wan ji bo gelê Rojava berdawam dike.

    Huseyîn Durmaz qala Komeleya Hevkariya Rojava kir û got ku komele di sala 2013’an de hat avakirin. Ji ber ku gelê Rojava yên kurd, di bin zext û zordariya Sûrî de jiyana didomandin, me jî hewce dît ku komeleyek wisa vekin. Ji bo ku gelê me yê Rojava ji bin zext û zordariyê derkeve, me dest bi xebatan kir.

    Durmaz anî ziman ku pewîstiya gelê Rojava bi çi hebe, komeleya me li gor wê xebatên xwe dimişîne. Hêj jî alikariya me berdewam e. Gelê me yê Rojava dema ji Kobanê hatin Surucê, Komeleya Hevkariya Rojava ji wan re alikariya çadiran û xwarin û vexwarin û cî dayin û pêdiviyên di hêla tenduristiyê û di hêla derman da bi cîh anî.

    Durmaz got ku dema şerê Kobanê dest pê kir, li Amedê derdora 15-16 hezar gelê Kobanê hebûn, niha 4-5 hezar gelê Kobanê li Amedê hene. Li Pirsûsê li derdora 200 hezar gelê Kobanê hebûn aniha 50- 60 hezar hin jî li wir in. Alikariya me ji bo wan jî berdaawam dike.

    Durmaz bahsa şerê Kobanê kir û wiha peyivî: ‘’Şerê Kobanê şerekî giranbû, şerê Kurdistanê tevahî bû. Gelê kurd di her warî de ji bo piştgiriya gelê Rojava bi dil û can alîkarî kir. Ji bo alîkariya gelê Rojava, di destpêkê de dewletê ji me re hin astengî derxistin, derî girtin nehiştin em alikariya gelê Kobanê bikin. Bi diplomasiyê bi parlementer û Şaredarê me, me alîkarî gihand gelê Rojava. Durmaz got ku di qada navnetewî de jî, ji me re alîkarî hat. Ji Almanya, ji İsveç, ji Kanadayê li ser komela ji me re gelek alîkarî hat.’’

    Durmaz anî ziman ku di pêşerojê de ji bo gelê Rojava dixwazin ku nexweşxaneyek seyyar,mitbafek seyyar çê bikin. Di hêla xwarin û vexwarinê da alikariya me berdewam dike hevalên me dixebitin. Li bajarên Tirkiyê li Stanbolê, li Enkerê, li İzmirê, li Edenê, li Amedê, li Wanê û li Karsê şaxên komeleyê hene û di xebatên me de ji sedî 99 gelê kurd alîkarî dide. Di hêla Tirkiyê de jî alikarî tên, lê piranî piştgiri ji gelê kurd tê.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Rojava di Kongreya Qahîreyê de beşdar in
    Hejmara dawî ya şehîd û birîndarên Kobanî
    Kobanî – 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin 9 jî dîl hatin girtin
    Ocalan Îso: Çekdarên DAIŞê ji Tirkiyeyê derbasî kobanî bûne
    Çekdarên DAIŞê bi cilên YPGê derbasî nav Kobanî bûne
    Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike
    Rêxistineke Danîmarkî topên neteqiyayî yên Kobanî kom dike
    Kobanî – Şervanên YPGê derbasî nav wê “wîlayet”a DAIŞê bûn
    Pêşmergeyên Rojava dixwazin li Rojavayê Kurdistanê şer bikin
    Etîketan:
    Rojava, Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de