15:00 21 Mijdar 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 88 0 0

    Fermandehiya Navendî ya HPGê duh di daxuyaniyekê de ragihand, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li çeperên gerîlayên wan ên li devera sînorî ya Avaşînê dane û diyar kir ku ji sala 2013ê ve ev cara yekemîn e ku balafirên şer ên Tirk bi vî rengî li çeperên wan didin.

    HPGê her wiha ragihand, jixwe artêşa Tirkiyê ji roja destpêkê ya agirbesta yekalî ve, agirbest binpê kiriye, lê vê carê agirbesta yekalî bi temamî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye hilweşandin.

    Di daxuyaniya HPGê de tê gotin ku xuya ye êdî dewleta Tirk naxwaze pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bike, lewma ew jî li hember êrişên artêşê bêdeng namînin û wê xwe biparêzin.

    Hêjayî gotinê ye ku li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, PKKê roja 25ê Nîsana 2013ê çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî Tirkiyê dabû sekinandin û agirbestek yekalî ragihandibû.

    Ji aliyekî din ve, artêşa Tirkiyê jî ragihandiye ku gerîlayên PKKê li devera sînorî ya Oremarê êrişî hêzên wan kirine, lewma jî wan çeperên PKKê bombebarankirne.

    Bi heman mijarî:

    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    PKK: Êrişên Amedê ragihandina şer e li dijî gelê kurd
    Şerê PKK û PDKê sekiniye
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de