11:04 17 Tebax 2017
Zindî
    Penaberên Hesekê

    Hesekê- Şer giran e - Rewşa welatiyan pir xerab e

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10110

    Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer didome û çekdarên DAIŞê taxên kurdan didin ber topan.

    Serokê Fermangeha Karûbarên Civakî li parêzgeha Hesekê, Elî Iskan ji nav bajarê Hesekê ji Rûdawê re ragihand: `Şer û pevçûn li wî bajarî dijwar bûne û rewşa welatiyên ku di nava bajar de mane di warê pêdiviyên xwarinê û tenduristiyê de gellekî xirab bûye.`

    Li gorî agahiyên Rûdawê, li taxên başûr û rojhilatê bajarê Hesekê şerekî giran di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên DAIŞê de didome, li taxa Ezîziyê jî YPG û DAIŞê şerê hev dikin.

    Herweha Iskan diyar kir ku welatiyên ji nav bajar derketine û berê xwe dane bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê rewşa wan jî gellekî xirab e û pêwîstiya wan jî bi alîkariyan heye.

    Elî Iskan bang li Serokatiya Herêma Kurdistanê û rêxistinên mirovî kir da ku bi awayekî lezgîn bi hewara welatiyên Hesekê vê bên, berî ku rewş xirabtir bibe.

    Jêderekî agahdar li Hesekê ji Rûdawê re got, hinek xortên ereb ên bajêr jî tevlî DAIŞê bûne.

    Wî jêderî da zanîn, li taxa Xuwêranê jî hêzên rêjîmê û DAIŞê bi çekên giran li hev didin û çekdarên DAIŞê hinek avahî û baregehên hêzên Sûriyê girtine.

    Rûdaw ragihand ku çekdarên DAIŞê taxên Salihye û Miftî yên Hesekê, ku taxên kurdan in, topbaran dikin, ku ji duh de û heta niha 15 rokêtên avêtine ser wan taxan û ji ber wê jî hinek mal hilweşiyane.

    Herwiha li gorî zanyariyên Rûdawê, îro saet 13:00, 5 rokêt li taxên Muftî û Dahiyê ketin, lê tenê ziyanên madî jiber van rokêtan hatin kirin. Lê tiştê ku xelk jê ditirsin ew e ku piştî ew roket li taxên wan dikevin, bêhnek pir nexweş ji wan tê û ditirsin ku madeyên jehrê di wan de bin.

    Ji bilî wê, wek Rûdaw radighîne, çekdarên DAIŞê îro bi dehên rokêtan avêtine ser taxên sivîlan li Neşwa Rojhilat û Xuwêran û navenda bajêr.

    Her wiha Rûdaw ragihand ku Taxa Neşwa ya Rojhilat û Vêlat El-Humir ku dikevin başûrê rojhilatê bajêr de,  şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên DAIŞê de diqewime û çekdarên DAIŞê ber bi Seken Şebabî ve vedikşin.

    Li taxa Lêliyê jî şer di navbera YPGê û çekdarên DAIŞê de heye û topxaneya artêşa Sûriyê û balafirên wê jî li çeper û navendên DAIŞê didin.

    Duh YPGê taxa Ezîziyê bi temamî kontrol kiribûn û çekdarên DAIŞê jê derxistinbû.

    Bi heman mijarî:

    Rewşa dawî li Hesekê – DAIŞ taxên kurdan dide ber topan
    Bakurê Taxa Ezîziyê ya Hesekê ji çeteyan paqij bû
    Hesekê- DAIŞ embara sûtemeniyê teqand
    Balafir niha li Hesekê li 2 taxan didin
    Hesekê- Rewş aloztir dibe
    Li Hesekê alîgirên rêjîmê tev DAIŞê dibin
    Hesekê- Şer li taxa Neşwe diqewime
    Hesekê – Welatî ji tirsa DAIŞê xaniyên xwe difroşin
    Hesekê – Gefa DAIŞê roj bi roj zêde dibe
    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye
    DAIŞ êrîşî Hesekê dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Kurd Hesekê vala dikin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de