16:55 21 Hezîran 2018
Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 30

Eger kar bi kêmasî û piranîya perlemanî bihê kirin, çêdibe ku herêma kurdistanê vegere bo qonaxên berê, serdema du îdare, du hikumetên herêmê, îdara Silêmanî û Hewlêrê

Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragihand. Çend dem nêzî roja 19 meha Tebaxa dahatî dibe û nakokîya li ser pirsa Destûra Herêmê û posta serokatya Herêmê di nêvbera partî û alîyên sîyasî de bêtir germ û coş dibin. Di demekî de partî û alyên sîyasî berdewam liser civîn û kombunên xwe ligel hev, Mesud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê peyam bo raya giştî li Herêmê ragehand. Dr. Salih Mela Umer Isa mamostayê zanistên sîyasî û şêwirmendê karubarên sîyasî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê peyama Barzanî bi girîng da zanîn û ragehand: piştî roja 23 /6/2015 û civîna Perlemana Kurdistanê û pêşkêş kirina projeyasaya serokatîya herêmê ji alîyên çar firaksyonan (Tevgera Goran, YNK, Yekgrtûya Islamî û Komela Islamî) rewşeke nû li herêmê serheldaye û pirsgrêk çêbuye û pêwîstîya wê bi çareseryê heye.

Dr. Salih Mela Umer bo Sputnîk Kurdistan xuyakir ku li Herêma Kurdistanê Hikumeta niha liser bingehê lihevbûna alîyên sîyasî hatye avakirin, lê piştî wê civîna perlemanê weha xuya dibe ku kar liser piranî û kêmasîya perleman dihê kirin û lihevbûna niştîmanî ya alîyên sîyasî dihê paş guh xistin, ew yek jî di berjewendya hikumeta herêmê de nîne. Herweha got: eger kar bi kêmasî û piranîya perlemanî bihê kirin, çêdibe ku herêma kurdistanê vegere bo qonaxên berê, serdema du îdare, du hikumetên herêmê, îdara Silêmanî û Hewlêrê. Peyama serok Barzanî hoşdaryeke jiboy ku rê ji diristbuna wê rewşê bihê girtin.

Bi heman mijarî:

Barzanî: Heger aliyên siyasî lihev nekin, hingê ezê jî helwêsta xwe rabigihînim
Gelo opozîsyon wê bikare pêşî li serokatîya Mesûd Barzanî bigire?
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike
Kosret Resûl dê bi Barzanî re bicive
Serokwezîr Barzanî: Em dikarin bi serê xwe petrola xwe bifroşin
Komîsyona Hilbijartinan fermana Barzanî red kir
Barzanî ber bi Kuwêyt û Îmarat ve bi rê ket
Barzanî dema hilbijartinê diyar kir
Barzanî: Iraq mezintirîn piştevanê DAIŞê ye
Serokwezîr Barzanî serdana mala siyasetmederê kurd kir
Etîketan:
Barzanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de