11:05 23 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê Sendikaya Kedkar û Tendûristiyê ya Amedê Ramazan Kaval

    Ramazan Kaval: ‘AKP dixwaze heza gelê kurd bişkîne’

    © Foto: Ergul Gulnûş
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7830

    HDP`ê di hilbijartinan de serkeftinek mezin bi dest xist, desthilatdariya AKP xwest ku êrîş bibe ser gelê kurd û heza wan bişkîne

    Hevserokê Sendikaya Kedkar û Tendûristiyê ya Amedê Ramazan Kaval buyerên li Kobanê nirxand û got ku ji ber ku HDP di hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest xist, desthilatdariya AKP xwast ku êrîş bibe ser gelê kurd û heza wan bişkîne.


    Ramazan Kaval anî ziman ku di encama hilbijartina de derket holê ku AKP tu cara bi serê xwe nikare bibe desthilatdar. Kurda pêşiya AKP’ê girt, AKP dît ku dawiya pergala wî tê, bi provokasyona xwast ku heza kurdan bişkîne. Ji Agirî dest pê kir heya hat Amedê di nav gel de bomba teqand. Ji 200 î zêdetir êriş bir ser gelê kurd lê gelê kurd di van buyeran de proveke nebûn.

    Kaval dest nîşan kir ku AKP di sînorê Tirkiyê da çeteyên DAÎŞê derbas kir û ji ber ku YPG Girê Spî ji destê çeteyên DAİŞê paqij kir, çeteyên DAİŞê zêdetir li ser Tirkiyê derbasê Kobanê bûn. Kaval got ku ji îro şunde divê Tirkiyê provokasyonê wisa neke.

    Kaval bahsa yên ku di encama êrişên DAİŞê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne kir û got ku 280’î zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar hene.’’Em wek sendikaya Kedkar û Tendûristiyê û bijişk bi hev ra çûn sînor. Me bi hev ra alikarî birîndara kir. Me wan li welat belav kir, niha li Amedê jî yên birindar hene. Rewşa 5 kesan ne baş e, lê rewşa yên din ber bi başî ve diçe.’’

    Bi heman mijarî:

    Hejmara dawî ya şehîd û birîndarên Kobanî
    Kobanî – 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin 9 jî dîl hatin girtin
    Ocalan Îso: Çekdarên DAIŞê ji Tirkiyeyê derbasî kobanî bûne
    Çekdarên DAIŞê bi cilên YPGê derbasî nav Kobanî bûne
    Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike
    Rêxistineke Danîmarkî topên neteqiyayî yên Kobanî kom dike
    Kobanî – Şervanên YPGê derbasî nav wê “wîlayet”a DAIŞê bûn
    Kobanî- DAIŞ di Çemê Feratê re êriş Kir
    Etîketan:
    Amed, Kobanî, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de