16:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Xwepêşandana ENKSê - Alaya Kurdistanê ya rojavayê

    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin

    © Foto: FB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9020

    ENKSê di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku li bajarên Reqa û Tebqa komkujî li dijî kurdan hatiye kirin.

    Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) eşkere kir ku piştî DAIŞê li Girê Spî û Eyn Îsa rastî şikestinê hat, niha tolê ji Kurdan li Reqa û Tebqa hil dide. DAÎŞ ji wan xwestiye ku di 24 saetan de ji herdû bajaran derkevin, heger dernekevin ew wê wan bikujin û serjêbikin û bo navçeyên Tedmur, Sûxne û Mûsilê werin derkirin.

    ENKSê herwiha ragihand ku kiryarên DAIŞê di çarçoveya operasyoneke berfireh de li dijî Kurdan pêk tên, wek nimûne, tawana ku li bajarê Kobanê pêk anîbû.

    ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de, ji civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî xwest ku tedbîrên pêwîst jibo parastina Kurdan bistîne û hêzên aştîparêz ên navneteweyî li navçeyên Kurdan belav bike.

    Bi heman mijarî:

    ENKS: êrîşên ser Kobanê pêwîstiya yekrêziya Kurdan eşkerekir
    ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de