02:06 18 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Heger aliyên siyasî lihev nekin, hingê ezê jî helwêsta xwe rabigihînim

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5220

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir.

    Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de derbarê pirsa yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de ragihand: `Kurdistan ber bi qonaxek gelek ciyawaz û girîng ve diçe. Îro bêtir ji her demê, pêwîstiya me bi yekrêzî, rêkeftin û lihevkirinê heye.`

    Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: `Derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pirsa Serokatiya Herêmê de, ez ji we yên xoştevî re radigihînim ku berî 2 salan, bi nameyekê ji bo Serokatiya Parlamentoyê, min daxwaz li wan kir ku ligel partiyan pirsa Serokatiya Herêmê bi lihevhatinê yekalî bikin. Berî çend mehan jî, her dîsan bi partiyan re rûniştim û min daxwaz ji wan kir ku bilez çareserkê bo wê pirsê bibînin.`

    Mesûd Barzanî di berdewamiya peyama xwe de dibêje: `Di heyamên borî de, min hemû karên xwe yên sereke bi rêya lihevhatin û wergirtina nerînan encam daye û min rêz jî li lihevkirin û rêkeftina aliyan di nav wan bi xwe de girtiye û min alîkariya wan daye jibo ew lihevhatina wan şêweyeke yasayî werbigire. Yasaya hejmara 4 a 2015 a parlamentoyê bo amadekirina destûr, tev têbiniya me li ser hebû jî, lê ji ber berjewendiya welat û parastina yekrêziya gelê me, min îmza kir. Pêştir jî reşnivîsa projeya Destûra Herêma Kurdistanê ku bi komdengî ya aliyan û bi dengê 96 parlamenteran hatibû pesendkirin, her ji ber lihevkirin û rêkeftina hemû aliyên siyasî û parastina yekrêziya gelê me, me nexist rapirsiyê.`

    Barzanî di beşeke din a peyama xwe de wiha domand: `Ewa ku roja 23/6/2015 li parlamentoyê qewimî, metirsî ye li ser bingeh û pirensîpên tewafoq û lihevhatinê, ew Bingeha ku Serokatiya Parlamentoyê û kabîneya heştem li ser wê hatine damezrandin. Niha jî ji ber berjewendiya gel û welatê me, ez daxwaz li partiyan dikim, dûr ji berjewendiya teng a partîtiyê bikevin û berjewendiya welat, herwiha rewşa nazik û hestyar a niha ku welatê me têde derbas dibe ber çav bigrin û vegerin ser pirensîpa lihevkirinê. Tenê bi lihevkirinê pirsên niştîmanî û serekî, ligel pirsa Serokatiya Herêmê jî dikarin werin çareserkirin.`

    Barzanî herwiha tekez kir ku `Kurdistan ber bi qonaxek gelek ciyawaz û giring ve diçe. Îro bêtir ji her demê, pêwîstiya me bi yekrêzî, rêkeftin û lihevkirinê heye. Ewa ku ji aliyê yasayî ve pêwîst be, min di aliyê xwe de kiriye. Erekê niştîmanî dikeve ser hemû aliyan ku heya 8/20 bigihin encamekê ku dikarin bi lihevkirinê rêkbikevin. Eger jî ew alî li gor pirensîpa lihevkirinê tevnegeriyan, hingê ezê jî helwêsta xwe rabigihînim.`

    Barzanî herwiha daxwaz ji parlamenteran, hikûmet û partiyên siyasî dike, ku bi kûrî bîr li çareserkirina kirîzên darayî û şerê DAIŞê, pirsa jiyan û derbara jiyanê, bi taybetî Pêşmergeyan bikin û girîngiyek hêja bidin wan.

    Bi heman mijarî:

    Gelo opozîsyon wê bikare pêşî li serokatîya Mesûd Barzanî bigire?
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de