05:35 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê

    PDKê sifreya fitarê ya serokê parlamentoyê red kir

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2110

    Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, bi mebesta lihevkirina parlamanteran, dixwest hemû alî û faraksiyonên nava parlementoyê li ser sifreya fitara rojiyê kom bike, lê Fraksiyona PDKê ew vexwendin red kir û ew fitara bi hevre hat hilweşandin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, Fraksiyona PDKê gotiye: `Em naçin ser sifra kesekî ku hevpeymaniya aliyên siyasî têk biriye û bo berjewendiya aliyekî diyar, parlamento kiriye cihê nakokiyên siyasî.`

    23ê vê mehê, herçar aliyên siyasî yên Kurdistanê YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû û serokê parlamentoyê û sekerterê parlamentoyê, bi bê PDKê û pêkhateyên din, civiyan û wan 4 aliyan pêşniyarqanûnek bo serastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin û xwendina yekê jê re kirin.

    PDKê dixwaze wek qanûna niha serokê Herma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, lê aliyên din ên siyasî daxwazin wê qanûnê biguherînin jibo serok ji aliyê parlamentoyê were hilbijartin.

    Piştî civîna 23ê vê mehê, Serokê Fraksiyona PDKê daxwaz ji serokê parlamentoyê kir ku daxwaza lêborînê ji wan bike, ji ber ku bi bê lihevkirinê ew civîn lidar xist û li pişta wan aliyan sekinî.

    Bi heman mijarî:

    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de