00:01 21 Mijdar 2017
Zindî
    Kobanê

    Li Kobanîyê atmosfera nebawerîyê peyda bûye

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 5310

    Rayedarên tirk ji berpirsên kantona Kobanîyê re gotin, eger hûn di bûyerên Kobanîyê de dewleta me tawanbar bikin, em destûrê nadin ku birîndarên we derbazî alîyê me bibin û li nexweşxaneyên me bêne dermankirin

    Encamên êrişa terorîstên DAÎŞ`ê ya li ser Kobanîyê hatin eşkerekirin. Ji 200`an zêdetir şehîd hene û ji % 75 ji wan jin û zarok in. Piştî komkujîya li Kobanîyê rewşa bajêr erjeng e. Piştî bûyerê niştecîyên Kobanîyê êdî bi çavên guman li kesên nenas dinêrin. Li bajêr paqijkirina mayîn û lêgerîna terman berdewam dike. Roja 28`ê Hezîranê 17 termên din jî hatin peydakirin. Heta niha jî li derveyê bajêr hinek komên piçûk ên çeteyan peyda dibin û hêzên YPG`ê ji bo tunekirina wan operasyonan pêk tînin.

    Bûyera erjeng a li Kobanîyê, ku wek qirkirinê tê binavkirin, ji ber pêlên nûçeyan ên li ser bûyerên li Fransa û Tûnisê zêde bal nekişand. Derbarê rola istixbarata Tirkîyeyê ya di bûyerên rojên 25-27`ê Hezîranê de nêrînên cuda hene. Tenê lêpirsîneke taybet dikare wê bûyerê ronî bike. Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, ku kesên wan bûyeran yekser bi Tirkîyeyê ve girê didin, derewan dikin û ew îda ji rastîyê dûr in. Bûyerên trajîk ên Kobanîyê wê bandoreke mezin li têkilîyên AKP û HDP`ê jî bikin. Erdogan HDP`ê tawanbar dike, ku bi PYD`ê re di nav têkilîyan de ye. Ihtimala piçûk a sazkirina koalîsyona AKP û HDP`ê piştî bûyerên li Kobanîyê êdî bi temamî ji holê rabû ye. Ew bûyer di berjewendîya wan kesan de ye, yên li dijî sazkirina koalîsyona herdu partîyên navborî. Ji alîyê din ve Erdogan bi xwe roja 27`ê Hezîranê ragihand, ku Tirkîye destûrê nade ku li Bakûrê Sûrîyeyê dewleteke kurd bête avakirin.

    Desthilata kantona Kobanîyê xwe ji mijara nîqaşkirina `beşdarîya Tirkîyeyê` ya di wan bûyeran de dûr girtin. Ji ber ku birîndarên xwe li Tirkîyeyê derman dikin û pêwistîyên xwe ji alîyê Tirkîyeyê dabîn dikin. Niha ya herî giring ew e, ku ji ber pasîfîya nêrîna civaka navneteweyî, ispatkirina beşdarîya istixbarata Tirkîyeyê ya di bûyerên Kobanîyê de zehmet dibe. Di wê rewşê de kurd jî ji ber pasîftîya civaka navneteweyî ya li hember bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dilgiran in.

    Rojnamevan Rewşen Xelîl ku ji sala 2014`yan heta niha li Kobanîyê dijî, derbarê bûyerên dawîyê yên li Kobanîyê de ji Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re wisa axivî:

    “Îro li gundeke bi 3 kîlometreyan dûrî Kobanîyê komeke çeteyan a  ji 4 kesan pêk hatî hate dîtin. Ji bilî wê, rewşa li Kobanîyê aram e. Operasyona ji çeteyan paqijkirina bajêr û lêgerîna terman berdewam dike. Niha problem ew e, ku piştî bûyerên li Kobanîyê atmosfera nebawerîyê peyda bûye. Niştecîyên bajêr êdî bi çavên guman li hev dinêrin. Bi taybet jî dema kesên nenas dibînin, zêdetir şikber dibin. Li vir gelek penaber hene. Dema niştecî û penaber rast li hev tên, bi awayeke haydar nêzê hev dibin. Ew du rojin niştecîyên bajêr êdî vedigerine malên xwe, lê ji kontrol û lêpirsîneke xurt derbaz dibin. Eger şervanên YPG`ê nasnameyên xwe yên `asayîş`ê jî raber bikin, heta ji fermandarîya wan nasname neyê dupatkirin, nikarin derbaz bibin. Rojek berî niha me termên çeteyan kontrol kirin û me dît ku ji % 90 bi kemera xwekujîyê hatine arastin. Komeke ji 3 terorêstan pêk hatî 21 kesan dîl digirin û dema du rehîneyan dişewitînin, yek ji wan herdu hevalên xwe dikuje û teslîm dibe. Li bal çeteyan planên kolan û avahîyên bajêr hatin peydakirin. Koma nujdaran heta niha nasnameyên 201 şehîdan kifş kirin, lê gelek termên nikarin bêne teşhîskirin jî hene.

    Hinek nûnerên fermî yên kantona Kobanîyê ji çapemenîyê re ragihandin, ku `beşdarîya Tirkîyeyê` ya di wan bûyerên trajîk de nehatîye ispatkirin. Wan nûneran ew daxuyanî di bin guşara desthilata tirk de dane çapemenîyê. Ji ber ku rayedarên tirkan ji wan re gotin, eger hûn di bûyerên Kobanîyê de dewleta me tawanbar bikin, em destûrê nadin ku birîndarên we derbazî alîyê me bibin û li nexweşxaneyên me bêne dermankirin. Ew yek roja ewil ya trajedîyê pêk hat”.

    Şerê bi DAÎŞ`ê re ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) erkeke gelek zehmet e. Ji ber ku ew hewl didin desthilata dewletê bi rîya rêxistinkirina ji jêr ve dabîn bikin. Di şertên şer û dorpêça herêmê de pêkanîna wê erkê gelek zehmet e. Her weha di wê pêvajoyê de bedela her şaşîyekê gelek mezin e. Êrişa li ser Kobanîyê gihaşte armanca xwe – bi sedan kes hatin qetilkirin û birîndarkirin, li bajêr tirs û nebawerî hakim e û operasyona Reqayê hate rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Çekdarên DAIŞê bi cilên YPGê derbasî nav Kobanî bûne
    Rêxistineke Danîmarkî topên neteqiyayî yên Kobanî kom dike
    Kobanî – Şervanên YPGê derbasî nav wê “wîlayet”a DAIŞê bûn
    Parlamentoya Kurdistanê tevlî konferansa Kobanî dibe
    Kobanî- DAIŞ di Çemê Feratê re êriş Kir
    Etîketan:
    Sûrîye, Rojava, Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de