23:55 20 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    YNK: Me bi Îranê re behsa serokatiya Kurdistanê nekiriye

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar diyar kir ku heta niha YNKê li ser mijarên stratejîk û netewî yên Kurdistanê bi rayedarên Îranê re gotûbêj nekiriye û ragihand, civîna roja 23ê vê mehê jî ` ne kûdeta li dijî PDKê` bû.

    Li gorî malpera fermî ya YNKê, berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar li bajarê Silêmaniyê bi komek pisporên hiqûqî û siyasetmedar û rayedarên YNKê re civiya.

    Di civînê de Mela Bextiyar behsa kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê û aloziyên ku li ser vê yekê di navbera partiyan de derketine, kir û got, ev pirsgirêk divê bi rêya diyalog û lihevhatina aliyên siyasî, her wiha rêyên qanûnî û ji aliyê parlamentoyê ve were çareserkirin.

    Mela Bextiyar li ser civîna roja 23ê vê mehê ya Parlamentoya Kurdistanê ya derbarê sererastkirina qanûna serokatiya Kurdistanê jî got ku ew civîn destpêka qonaxeke nû ya siyasî û civakî û hiqûqî li Kurdistanê ye, ji ber wê jî divê her kes guhdarî parlamentoyê bike.

    Li ser wê yekê ku PDK dibêje, `partiyên siyasî (YNK, Gorran, Yekgirtû û Komela Islamî) roja 23ê vê mehê kûdeta li dijî me kirin` jî, wî rayedarê YNKê got, lihevhatin nayê wateya kûdeta û komployê. Berovajî, berpirstiya me li hember çareserkirina pirsgirêkan zêdetir dibe.

    Di civîna roja 23ê Hezîranê de nûnerê Îranê jî beşdarî civînê bibû. Ev yek rastî nerazîbûna tûj a PDKê hatibû û hatibû îdiakirin ku Îran bi rêya YNKê dixwaze stratejiya xwe bicîh bîne.

    Li ser vê yekê jî, Mela Bextiyar got, heta niha YNKê bi Îranê re behsa Destûra Kurdistanê û mijara serokatiyê nekiriye û ti carî jî vê yekê nake. YNK qet biryar û mijarên netewî û stratejîk ên Kurdistanê nade destê Îranê yan jî her welatekî din ê deverê.

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî YNK: Pêwîstiya Dûzxurmatû bi Pêşmergeyên bêhtir heye
    YNK: Beriya serxwebûnê divê ev 5 xal pêk werin
    YNK sekreterekî nû ji xwe re hildibjêre
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de