14:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    êzidî - jin - komkujî - qetliyam

    Kurdên Êzidî welat bi cî dihêlin û ber bi welatên Rojava koç dikin

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 16 0 0

    Hin sedem hene ku kurdên Êzidî welat bi cîh bihêlin û koç bikin, yek ji wan bêtir belavbûna hizr û rola partîyên radîkal yên îslamî û girupên tundkar li Iraqê û navçeyê bi awayekê giştî û bêtirbûna metirsîya wan liser jîyan û rewşa kurdên Ězidî

    Ji ber  hin sedema diyaroka koçbarbûna kurdên Êzidî li Herêma Kurdistanê destpê kirîye û rojane hejmarek ji xort û malbatên kurdên Êzidî kamp û warên xwe bi cih dihêlin û beref welatên rojava koç diken.
    Xeyrî Bozanî berpirsê beşa Ola Êzidî di wezareta karubarên Olî di ya Hikumeta Herêma Kurdistanê de ragehand" raste ew dyarok destpê kirîye û rojane welatyên Êzidî koç dikin bo welatên rojava, lê amarek li ber destên me nîne ku ta niha çend kesan koç kirye û rojane çend kes koç diken bo Ewrupa.

    Berpirsê beşa Ola Êzidî bo Sputnîk Kurdstan xuya kir hin sedem hene ku kurdên Êzidî welat bicî bihêlin û koç biken, yek ji wan bêtir belavbûna hizr û rola partyên radîkal yên Islamî û girupên tundkar li Iraqê û navçeyê bi awayekê giştî û bêtirbûna metirsîya wan liser jîyan û rewşa kurdên Ězidî, nêzî 400 hezar kurdên Êzidî koçbarî navçeyên herêma kurdistanê û welatên deverê bûne û bê cih û mal û hal mane û hêj navçeyên wan di destê terorîstên Daîş ê ne,  pêşeroja wan nexuya ye ji ber wê yekê hizra wê yekê dikin ku beref cihên aramtir koç biken.

    Herweha  xuyakir ku bêtir ji 5 hezar welatîyên sivîl ên Êzidî ketin destê Daîş ê û reftarek hovane ligel wan kir û ta niha nêzî 1901 ji zarok û jinan ji destê terorîstên Daîş ê rizgar buyne, lê hevrşî nesaxyên saykolojî buyne û pêwîstya wan bi çareseryê heye. Ji bo çareserkirina wan hejmarek ji wan dê bêne rewanekirin bo welatên Italya û Almanya û bo dema dû sala wê çareserya li wan welatan webigirin.
    Bozanî  ew yek jî got: niha hêzek taybet ji kurdên Ězidî hatye avakirin jibona rizgakirina navçeyên Ězidî û hikumeta Almanya amadeya xwe derbrye jiboy ku meşq û rahênan û fêrkirina bi wan hêzan bike û alîkaryên leşkrî jî jêre dabîn bike.
    Li dawyê berprsê beşa Ola Ězidî ragehand “ me hin belgeh didest dane û birêya hikumeta herêma kurdistanê pêş kêşî kunslgeryên wan welatan kirîne ku çen rêkxstyekên ser bi wan welatan hewla guherîna Ola Ězidî daye di nêv kempan de, herweha wan rêkxstyên nêvdewletî li hember pêş kêş kirina hin alîkaryên mirovî daxwaz ji malbatên Ězidya kirye Ola xwe biguherîne bo Ola Mesîhî.

    Bi heman mijarî:

    ŞINGAL- Şerekî pir giran qewimî
    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de