08:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Adem Ozcaner:’ Serkeftina HDPê ji bo gelê kurd û gelê Tirk firsetek e’

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4410

    Di parlementoyê de li ser mesela kurd desturek nû neyê çareserkirin, gelê kurd mecbure ku ji vê saetê şunda ji bo ku îradeya xwe bi dest bixe, qedera xwe tayîn bike, li xwe vegere û ji gelê xwe bipirse û bi teqdira gelê xwe pêşeroja xwe tayîn bike.

    Sekreterê gîştiyê Hareketa Azadiyê û wekîlê HDP’ê yê Wanê Adem Ozcaner dibêje bi serkeftina HDP ê berxwedana gelê kurd hat merheleyek nû û ne mumkine ku bê HDP di parlementoya Tirkiyê de guherinên nû çê bibin.
    Adem Ozcaner di serkeftina HDP nirxand û got ku di dîroka kurda de şîn û şadî bi hev re çêbûne. Dijminê gelê kurd bêriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê êrişan li ser gelê kurd pêk anîn. Özcaner anî ziman ku piştî serkeftina gelê kurd, li bakûr berxwedana gelê kurd, hat merheleyek nû ku em dikarin bêjin rewşa li ser çek hatiye avakirin êdî qediya. Pêşiya siyeseta sîvîl li Tirkiyê ji bo kurdan vebû, Tirkiye ber bi başiyê ve diçe. Heya îro gelek partî di parlementoyê de hebûn, li ser navê rejîmê sistema inkarker ya Kemalist siyasetê de bersiv ne didan pirsgirêka kurd, lê îro rewş bi saya HDP û serkeftina gelê kurd guherî.

    Ozcaner anî ziman ku serkeftina gelê kurd ji gelê Tirk re firsatek e. Êdî her guherinek, her îcraatek, her lihevkirinek bê HDPê di parlementoya Tirkiyê de ne mumkine ku pêk were. Êdî merheleyek nû li pêşiya gelê kurd e. Gelê kurd, li Kurdîstanê dixwaze azad bijîn, ji bo wê, em eşkere dikarin her rêyên meşrû, sivîl, demokratîk bidin pêşiya xwe ji bo van mesela çareser bikin û bikaribin heqên xwe bi dest bixin.
    Ozcaner destnîşan kir ku di parlementoyê de li ser mesela kurd desturek nû neyê çareserkirin, gelê kurd mecbure ku ji vê saetê şunda ji bo ku îradeya xwe bi dest bixe, qedera xwe tayîn bike, li xwe vegere û ji gelê xwe bipirse û bi teqdira gelê xwe pêşeroja xwe tayîn bike.

    Ozcaner di derbarê êrişên li ser Kobanê de axivî û got ku li Bakurê Kurdistanê gelê kurd serkeftinek mezin bi dest xist. Ev serkeftin dibe wesile ku meseleya kurd li ser zeminek demokratîk bê çareserkirin. Hezên tarî ku ku hinek ji wan di nav hikûmetê de, hinek ji wan di nav dewleta Tirk de ne, hinek ji wan di nav dewletên Rojhilata Navîn de ne, hinek ji wan di nav rexistinên qirêj de ne dixwazin aloziyan çêkin ku gelê kurd negiheje heqê xwe. Êrişên dawî li ser Kobanê bi maksedeka qirêj pêk hatiye.

    Ozcaner li ser gelê Rojava peyîvî û got ku divê gelê kurd yê Rojava pêşeroja xwe bi îradeya gelê kurd tayîn bike. Ozcaner got ku qedera Rojava û Bakur yek e û wiha pêda çû: ‘’Ji ber ku gelê Rojava birayên me ne û qedera me muşterek e, helbet bandora me li ser wan çê bibe û bandora wan jî li ser me çê bibe. Em hevî dikin ku rewşeka aram bikeve Rojava û gelê kurd pêşiya xwe bibine, bikaribe azadiya xwe dest bixe ji xwe ra sistemeke meşrû çê bike ku ew sîstem bikaribe xweseriya kurdan pêk bîne em jî bikaribin jê istifade bikin.’’

    Di dawiya axaftina xwe de Ozcaner li ser niqaşên kualisyona sekinî û anî ziman ku HDP di niqaşên kualisyona de ji derve disekine lê ne wisa ye. ‘’HDP di nava niqaşên kualisyonê de ye. Heger ku li gor vê tabloya nû, parlementoyê de hikûmetek nê ava kirin, ku ew hikûmet nebe wesileya destûrek nû, hem heqê gelê kurd bide û hem jî bo Tirkiyê azadiyek pêk neye ne mumkine ku ew hikûmet li ser piyan bibîne. Divê hikûmeta nû li gor talebên gel, li gor talebên gelê kurd û HDP ê xwe ava bike ku xebatên xwe pêk bîne. Heger ev hikûmet bersiva gelê kurd bide, dibe ku HDP jî piştgîri bide vê

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Etîketan:
    HDP, Adem Ozcaner, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de