14:59 21 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Piştî kirîza serokatiyê, `PDK wê xwe zêdetir nêzîkî YNKê bike`

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) lêjneyek ji bo çareserkirina kirîza serokatiyê pêk aniye. Ew lêjne wê bi partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re hevdîtinê bike.

    Di civîna roja 25ê vê mehê ya Polîtburoya PDKê de pêşhatên dawî yên Başûrê Kurdistanê û pêwendiyên PDKê bi partiyên din ên Kurdistanê re hatibû axaftin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, di wê civînê de ku bi serokatiya Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî hatibû lidarxistin, behsa kirîza serokatiyê û civîna roja 23ê Hezîrana îsal a Parlamentoya Kurdistanê jî hatibû kirin.

    Hat gotin ku di civînê de biryar hatiye dayîn arîşe û pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin, her wiha lêjneyek were avakirin bi serokatiya alîkarê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî da ku bi partiyên din re li ser kirîza serokatiyê hevdîtin bike. Di nav lêjneyê de Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamê Polîtburoyê Mesrûr Barzanî jî hene.

    Her wiha li gorî agahiyên Rûdawê, PDK wê pêwendiyên xwe û Gorranê li ber çavan re derbas bike û `xwe zêdetir` nêzîkî YNKê bike.

    Bi heman mijarî:

    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de