03:15 25 Mijdar 2017
Zindî
    Hesekê

    Hesekê- DAIŞ embara sûtemeniyê teqand

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Çekdarên rêxistina DAIŞê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê embara sûtemeniyê ya SADKOBê topbaran kirin û di encamê de agir bi embarê ket.

    Li gorî agahiyên Rûdawê ji nava Hesekê, îro şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ji aliyekî ve û çekdarên DAIŞê ji aliyê din ve li taxên ereban rû dan.

    Herwiha beriya kêlîkekê çekdarên DAIŞê li bajarê Hesekê embara sûtemeniyê ya SADKOBê topbaran kirin û di encamê de agir bi embarê ket û şewitî.

    Beriya nîvro jî balafirên artêşa Sûriyê li herdu taxên Neşwe û Xiwêran yên Hesekê li çeper û navendên DAIŞê dan.

    Niha çekdarên DAÎŞ-ê herdu taxên Neşwa rojhilat û rojava, herwiha taxên Lêlik, Xiwêran, rojhilatê Ezîziyê û Ebû Hemşe yên başûr û başûrê rojhilatê bajêr kontrol kirine, herwiha taxên Salihiye, Ezîziyê Rojava, Muftî, Nasra, Kelasê û Tilhecer di destê kurdan de ne û hêzên rêjîmê jî bêtir li navenda sereke ya bajêr in.

    Rewş li bajêr aloztir dibe, ji ber şer û pevçûnên ku ev çend roj berdewamdikin, piraniya xelkê ji malên xwe bar kirine û hejmara here zêde ji wan berê xwe dane bajarên Rojavayê Kurdistanê.

    Rêxistina Asurî ya mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand: `Hezar û 300 malbatên xiristiyan û asurî ji bajarê Hesekê bar kirine û berê xwe dane bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. Herwiha hejmarek malbat berê xwe dane bajarê Dirbêsiyê û Til Temirê.`


    Bi heman mijarî:

    Balafir niha li Hesekê li 2 taxan didin
    Hesekê- Rewş aloztir dibe
    Li Hesekê alîgirên rêjîmê tev DAIŞê dibin
    Hesekê- Şer li taxa Neşwe diqewime
    Hesekê – Welatî ji tirsa DAIŞê xaniyên xwe difroşin
    Hesekê – Gefa DAIŞê roj bi roj zêde dibe
    Li Hesekê şer gur dibe
    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye
    DAIŞ êrîşî Hesekê dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Kurd Hesekê vala dikin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de