17:00 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hesekê

    Balafir niha li Hesekê li 2 taxan didin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Peymanêrê Rûdawê ji Hesekê ragihand: `balafirên rêjîmê niha li herdu taxên Neşwe û Xiwêran li çeper û navendên DAIŞê didin.`

    Rewş li bajêr aloztir dibe û şer berdewam dike. Ji ber wan şer û pevçûnan, piraniya xelkê ji malên xwe bar kirine û hejmara here zêde ji wan berê xwe dane bajarên Rojavayê Kurdistanê.

    Rêxistina Asurî ya mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand: `hezar û 300 malbatên xiristiyan û asuryan ji bajarê Hesekê bar kirine û ber bi bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ve çûne. Herwiha hejmarek malbat berê xwe dane bajarê Dirbêsiyê û Til Temirê jî`

    Rêxistina asûrî ragihand ku `piraniya wan malbatan di dêr û dibistanan de bi cih bûne, herwiha yên din jî li nava malên xelkê bi cih bûne.`


    Bi heman mijarî:

    Hesekê- Rewş aloztir dibe
    Li Hesekê alîgirên rêjîmê tev DAIŞê dibin
    Hesekê- Şer li taxa Neşwe diqewime
    Hesekê – Welatî ji tirsa DAIŞê xaniyên xwe difroşin
    Hesekê – Gefa DAIŞê roj bi roj zêde dibe
    Li Hesekê şer gur dibe
    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye
    DAIŞ êrîşî Hesekê dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Kurd Hesekê vala dikin
    Etîketan:
    Sûrîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de