08:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Penaberên Hesekê

    Hesekê- Rewş aloztir dibe

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Rewşa bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê aloztir dibe. DAIŞê dest daniye ser tevahiya taxên ereban, taxên kurdan hêj di destê YPGê de ne, tenê hinek ji navenda bajêr di destê çekdarên rêjîma Sûriyê de ne.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, ku ji jêderekî ji nava Hesekê wergirtiye, piştî ku hejmarek zêde ji leşker û çekdarên artêşa Sûriyê xwe teslîmî şervanên YPGê kirin, niha rêjîma Sûriyê tenê bi lawazî li çend cihên nava bajêr maye û tevahiya çek û çeperên xwe yên din teslîmî hêzên YPGê kiriye.

    Li gorî çavkaniyên Rûdawê, DAIŞ hewl dida şer bibe nav taxên kurdan yên li bakur û bakurê rojhilatê bajêr jî, bi taybetî piştî ku çend rokêt û top avêtin ser taxa Salihiyê, lê piştî ku hêzên rêjîmê çeper û xalên xwe dan YPGê, şervanên kurd rûbirûyê DAIŞê hatin û nehiştin ew çekdar derbasî nava taxên kurdî bibin.

    Niha çekdarên DAÎŞ-ê herdu taxên Neşwa rojhilat û rojava, herwiha taxên Lêlik, Xiwêran, rojhilatê Ezîziyê û Ebû Hemşe yên başûr û başûrê rojhilatê bajêr kontrol kirine, herwiha taxên Salihiye, Ezîziyê Rojava, Muftî, Nasra, Kelasê û Tilhecer di destê kurdan de ne.

    Li gorî agahiyan, niha hezar û 500 şervanên YPGê û 400 çekdarên berevaniya milî, li hember 2 hezar çekdarên DAIŞê rawesta ne, herwiha balafirên rêjîma Sûriyê li navend û cihê DAIŞê didin û balafirên hevpeymaniya navdewletî jî li derveyî bajêr li çeper û navendên DAIŞê didin.


    Bi heman mijarî:

    Li Hesekê alîgirên rêjîmê tev DAIŞê dibin
    Hesekê- Şer li taxa Neşwe diqewime
    Hesekê – Welatî ji tirsa DAIŞê xaniyên xwe difroşin
    Hesekê – Gefa DAIŞê roj bi roj zêde dibe
    Li Hesekê şer gur dibe
    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye
    DAIŞ êrîşî Hesekê dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Kurd Hesekê vala dikin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de