02:24 17 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona YPG`ê

    YPG: Di operasyonên Kobanê de 80 çete hatin kuştin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku ji çeteyên bi armanca komkujiyê ketine nava Kobanê û bejahiya wê 80 çete hatine kuştin û yek jî bi saxî hatiye girtin.

    Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku ji çeteyên bi armanca komkujiyê ketine nava Kobanê û bejahiya wê 80 çete hatine kuştin û yek jî bi saxî hatiye girtin. Navendê diyar kir ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo jî bi operasyonên li ser rêya Reqa-Girê Spî dom dike. Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê operasyonên li hemberî çeteyên ku ketine nava Kobanê û bejahiya wê, her wiha Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de der barê operasyonên li Kobanê de ev agahî hatin dayîn: “Operasyonên hêzên me yên ku piştî êrîşên çeteyan ên roja derbasbûyî de li hemberî gelên me yên sivîl li Kobanê pêk hatibûn, destpê kiribûn berdewam dikin. Operasyonên hêzên me, li hemberî çeteyên ku ketibûn nava bajêr û di 4 cihên cuda de hatibûn dorpeç kirin şevê din jî berdewam kirin. Şevê din 3 ji van cihan ji aliyê hêzên me ve hatibûn paqijkirin. Îro danê sibê jî hêzên me li ser Nexweşxaneya Miştenûr a ku nuqteya dawî di destê çetayan de ma bû serdestiya xwe çêkirin. Di van operasyonan de 60 çeteyên ku ketibûn nava bajêr hatine kuştin. Hêzên me li vê qadê endamekî çeteyan jî tevî çek û cebilxaneya xwe bi saxî girtine. Pevçûnên di navbera hêzên me û komên çeteyan ên ku duh sibê ketibûn gundê Şêxlera Jorîn de berdewam dikin. Di pevçûnên li vê qadê de 20 çete bi awayekî mirî hatine bidestxistin. Şevê din li başûr û başûr rojavayê Kobanê, di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûn hatiye jiyandin. Pevçûnên ku li gundên Sina, Geydadê û herêma Mecbeleya Gazê hatiye jiyîn, hîn jî cih bi cih berdewam dikin. Di pevçûnên bi çeteyên ku bi armanca komkujî pêk bînin ketibûn navenda bajar û li bejahiya Kobanê hat jiyîn de 6 rêhevalên me yên ku bi wêrekî û fedakarî têdikoşiyan, bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê.” Di berdewama daxuyaniyê der barê Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ku li herêma Cizîrê dom dike de jî ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me yên Kantona Kobanê û Cizîrê di çarçoveya ‘Pêngava Fermandar Rubar Qamişlo’ ya ketiye roja xwe ya 52’an operasyonên xwe yên li ser rêya Reqqa-Girê Spî berdewam dikin. Pevçûnên ku şevê din li ser vê rê, di navbera hêzên me û komên çeteyan de destpê kirin, hîn jî berdewam dikin.” ANF

    Etîketan:
    Kurdistan, Rojava, Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de