10:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Yuksekdag: AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1510

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi komek wekîl re hat sînorê Kobanê û got: "AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye.Li dijî ciwanên Kurd operasyonan pêk tîne lê li dijî çeteyan heta niha ti operasyon pêk neaniye."

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi komek wekîl re hat sînorê Kobanê û daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku êdî ev rastî wekî ku îdîa ye bilêvkirin nerast e û wiha bal kişand ser: "AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye. Ez binê vê yekê xêz dikim. Li dijî ciwanên Kurd operasyonan pêk tîne lê li dijî çeteyan heta niha ti operasyon pêk neaniye."

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê bi komek wekîlên HDP'ê re hat sînorê Kobanê yê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Yuksekdag têkildarî rewşa dawî de hin hevdîtin kirin li Girê Newroz ê li hemberî Kobanê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên HDP'ê Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Leyla Guven, Îbrahîm Ayhan, Ziya Çalişkan, Gulser Yildirim, Huda Kaya, Fîlîz Kerestecîoglu û Meral Daniş Bestaş jî bi Yuksekdag re hatin. Gelek welatî jî tevlî daxuyaniyê bûn.

    Piştî rêzgirtinê Yuksekdag axivi û diyar kir ku êrîşên pêk hatin li hemberî destkeftiyên gelê kurd e. Yuksekdag anî ziman ku kesên serkeftin hezm nekirin bi awayekî plansazî êrîş kirin û wiha got: "Em li hemberî kesên bi namerd êrîş kirin bi awayekî durust serkeftin bi dest xist. Gelê me ev serkeftin heq kir. Ev serkeftin weke şîrê dayîka me ji bo me helal e. Lê yên li hemberî me zilmê dikin dê heram be."

    Yuksekdag da zanîn ku li Kobanê û kantonên Rojava gel û berxwedêr têkoşîna rewa dikdin û wiha axivî: "Kesên li Rojava xwestin bi hevre û di nava aştiyê de bijîn li hemberî barbar û hovan parastina axa xwe kirin. Ji vê yêkê mezintîrîn maf heye? Gelê me li Kobanê bi bawerî û hêzê berxwedêran li hemberî hêzên tarî yên desthilatdariya Tirkiyeyê piştgiriyê didê qezenc kirin. Serkeftina Kobanê hilberîna vê rewatiyê ye. Tu kes nikare vê yêkê bi propagandeyên qirêj bigire. Berxwedana ronî ya li Kobanê bû ewlehiya hemû têkoşînên li hemberî hêzên tarî. Ji ber vê yêkê yên serkeftina Kobanê hazm nekin her roj bi çekan, bombeyan û derewan dixwazin rojê reş bikin. Gotinek heye Roj bi heriyê nayê girtin. Yên derewan dikin dê di nava derewên xwe de bixeniqîn. Berxwedêrên YPG û YJP'ê li Kobanê û Girê Spî serkeftin. Ji lehengên ev serkeftin pêk anîn hezar silav."

    Etîketan:
    Kobanî, Rojava, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de