10:28 19 Tebax 2017
Zindî
    DAÎŞ`ê êriş li Kobanîyê kir

    Sûrîye: hevsenga dînamîk

    © AFP 2017/ STRINGER
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 5010

    Amerîkîyan ji hewa de dibistaneke li Kobanîyê ya çete lê diman bombebaran kirin

    Êrişa DAÎŞ`ê ya li ser Kobanîyê nîşan dide, ku kontrola Yekîneyên Parastina Gel a li bakûrê Sûrîyeyê ne gelek xurt e û hêj zû ye ku bikaribin bêjin pêşî li tehdîda DAÎŞ`ê ya li ser wê herêmê hatîye girtin. Yek ji taybetmendîyên sereke yên rewşa şer ew e, ku herêma li bakûrê Sûrîyeyê ji mirovan hatîye valakirin û ji ber wê yekê parastina tewaya herêmê jî zehmet dibe.

    Problem di wê yekê de ye, ku şer li herêmeke gelek mezin tê meşandin. Di wê rewşê de tenê hinek nuxteyên giring û stratejîk ên wek xaçerêya Kobanî, Girê Spî û Ayn Îsa`yê dikarin bêne parastin. Ji bilî parastina nuxteyên giring, pêşîlêgirtina herikîna çeteyan gelek zehmet e. Çeteyên DAÎŞ`ê ji tirsa balafirên koalîsyonê bi komên piçûk û  gelek bi haydarî tev digerin. Bûyera li Kobanîyê qewimî nikare rewşa li enîyên şer bide guhertin. DAÎŞ dikare hinek bajarok û gundan bi dest bixe û dîsa winda bike. Ew yek rewşa reel nade guhertin û hewceyê panîkê nîne. Ji ber ku taybetmendîya şerê li bakûrê Sûrîyeyê ji bo rewşên wisa destdayî ye.

    Rewşen Xelîl ku ji roja 15`ê Îlona sala 2014`yan li Kobanîyê ye, rewşa demjimêr 14.00 ya roja 26`ê Hezîranê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand:

    “Niha rewş hinek aram e. Li hinek nuxteyên bajêr carna dengê guleyan tên. Lê, çeteyên DAÎŞ`ê li hinek malan mirov dîl girtine. Ji ber wê yekê, li hinek nuxteyan şer heye. Li dora 230 mirov şehîd bûne û ji 70 heta 200 kes jî bêsereşûn in. Bajarê Kobanîyê niha hema bêje vala ye. Hemû niştecî ji bajêr derketine û piranîya wan li ser girên li derveyê bajar in. Tu kes ber bi Tirkîyeyê ve neçûne.

    Çete cil û bergên sivîl li xwe dikin û diherikin bajêr. Malbatên li bajêr manî, şev nobetê digirin û bi roj jî bi dorê radizên. Îro derfeta wan çêbû ku piçek bi rehetî razên.

    Amerîkîyan ji hewa de dibistaneke li Kobanîyê ya çete lê diman bombebaran kirin. Her weha konvoyek jî tune kirin ku ji deravên rojava yên Firatê ber bi Kobanîyê ve pêş diketin. Kontakta di navbera kurd û balafirên koalîsyonê de gelek baş e û kurd wan wek hêzên xwe yên hewayî bi nav dikin. Paqijkirina bajêr ji çeteyan berdewam dike. Derîyên li ser sînorên Tirkîyeyê hatine blokekirin. Birîndar ji erdên mayinkirî ber bi nexweşxaneyên li alîyê Tirkîyeyê ve têne veguhastin”.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara dawî ya şehîd û birîndarên Kobanî
    Kobanî – 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin 9 jî dîl hatin girtin
    Ocalan Îso: Çekdarên DAIŞê ji Tirkiyeyê derbasî kobanî bûne
    Çekdarên DAIŞê bi cilên YPGê derbasî nav Kobanî bûne
    Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike
    Rêxistineke Danîmarkî topên neteqiyayî yên Kobanî kom dike
    Kobanî – Şervanên YPGê derbasî nav wê “wîlayet”a DAIŞê bûn
    Parlamentoya Kurdistanê tevlî konferansa Kobanî dibe
    Etîketan:
    Sûrîye, Rojava, Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de