11:00 20 Tebax 2017
Zindî
    DAÎŞ`ê êriş li Kobanîyê kir

    Hejmara dawî ya şehîd û birîndarên Kobanî

    © AFP 2017/ STRINGER
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1810

    Rêveberiya Kantona Kobanî ragihand, heta niha 201 welatiyên Kobanî di encama êrişa DAIŞê de şehîd bûne. Doktorekî nexweşxaneya Pirsûsê ya Bakurê Kurdistanê jî dibêje, heta niha 168 birîndarên Kobanî gihîştine nexweşxanê.


    Alîkarê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Kobanî, Îdrîs Nehsan ji Rûdawê re got, hejmara kesên ku di encama êrişa çekdarên DAIŞê de şehîd bûne gihîştiye 201ê û zêdetirî 200 kes jî birîndar in. Doktorekî nexweşxaneya navçeya Pirsûsê ya Bakurê Kurdistanê, Dr. Reşîd Qadir jî ji Rûdawê re got, heta niha 168 birîndarên Kobanî gihîştine nexweşxanê ku 5 ji wan jiyana xwe ji dest dane. Dr. Reşîd Qadir her wiha got, li gorî tiştên ku birîndar dibêjin, ew bûyerên ku di nav du rojên borî de hatiye serê xelkê Kobanî, nisûbet û karesat bûye. Çekdarên DAIŞê paşîva 25ê vê mehê li çend cihan ve êrişî bajarê Kobanî û çend gundên derdora bajêr kiribûn û bi sedan kesên sivîl kuştibûn ku piraniya wan jin û zarok bûn. Lê tevahiya dever û avahiyên ku ketibûn destê çekdarên DAIŞê, îro hatin kontrolkirin.

    Etîketan:
    Sûrîye, Rojava, Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de