11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Civîna KCD`ê

    Civata Giştî ya KCD'ê destpê kir

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1701

    Civata Giştî ya KCD'ê destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak got, "Ji bo aştiyeke mayînde divê Birêz Ocalan azad bibe. Ocalan nebe kes nikare li Tirkiyeyê aştiyê mayînde bike."

    Civata Giştî ya KCD'ê bi beşdariya 501 delgeyan destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak got, "Ji bo aştiyeke mayînde divê Birêz Ocalan azad bibe. Ocalan nebe kes nikare li Tirkiyeyê aştiyê mayînde bike." Civata Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destpê kir. Tevî Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle, Selma Irmak û 501 delegeyên KCD'ê, siyasetmedarên HDP û DBP'yî jî tevlî bûn. Civata Giştî ya wê 2 rojan dewam bike, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku ji ber pêvajoya hilbijartinê civîna xwe taloq kiribûn. Irmak anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re dîwarên li pêşiya Kurdan hilweşiyane û got: "Pêşiya hêzên li gorî berjevendiyên xwe Kurdistan tarûmar dikirin hat girtin. Kurd li Rojhilata Navîn bûn navenda çareseriyê. Sedema êrîşên li hemberî Kurdan tên kirin, ev e. Hemû hêzên li Rojhilata Navîn aştî û azadiyê naxwazin êrîşê li Kurdan dike."

    Etîketan:
    Tirkîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de