00:35 26 Adar 2017
Zindî
    Perestgeha Lalişa Nûranî

    Çejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz pîroz dikin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 295241

    Îro roja inê hemû kurden êzîdî, çejna rûhanîyê ya Xidir Nebî û Xidir Eylaz pîroz dikin.Ev çejna bi hezaran salin, ku tê pîroz kirin wek çejna qencîyê û mîyaserkirina mirazan e. Çejna Xidir Nebî di nîveka dudan ya meha sibatê de tê pîroz kirin. Dema dibe hîveron.

    Ev çejin her wiha, li Babîlona kevnare jî dihate pîroz kirin. Dema qîmeteke mezin didane Nabu xwuda. Niha bal kurdên êzîdî pêxember Xidir Nebî merivekî bihûrtîye u Nabû an jî Nabî gotineke hind-evropîye û tê maneya bihûrtî pêxember. Lê Xidir navê mêrane. Di zimanê rûsi de ew tê weteya esman. Ev çejn hela berî dewrana îslamê ketibû nava gelên çînarên kûrdan û heta îro jî ew ne tenê nav kurdan, lê her wiha ber dilê gelên cînar ên xaçparêz û mûsûlmanan jî ezîz e. Bal ermenîyan ji wê cejnê re dibêjin roja Serkîsê Melek. Di xacparêziyê da nîgara siwarê ser hespê boz ayan e wek Gêorgîyê bihûrtî û gorî bawermendîyê melekê xeyal û evînan. Xidir Nebî van rojan li ser hespê xwe yê boz li cîhanê digere. Xidir Nebî li ser hespê ye û hesp difire û dema li ser erdê datîne, ewqas biçûk dibe ku dibe wek leystokeke zaran û dikare bi hêsanî ji derîyan derbaz bibe. Ji ber wê jî şeva roja pênşemê tu kes derîyê xwe nagire.

    Roja pêncşemê, pîştî rojiyên sê rojan hemû kes diçin mêvanîya hevdû bona ber dilê hev de bên, miriyên xwe bi bîr bînin û qedrên wan bigirin yên ku van axiryan, sere xwe danîne li ser ax û barên sar û ji vê dinyayê bar kirine. Êvara pênşemê tê bi nav kirin wek roja bîranînê, bi wê yekê ra girêdayî heyteholeke kurdan a dine jî heye, ku tê bi nav kirin dilpêkirin, yan jî azarî. Ya dawîyê heyteholeke ku mirovên hezinî ji şînê derxin, vê rojê mirovên malbatê yên sere diçine wan malan, ku qewm û pismanên wan di nav salên bihurî de çûne rehmetê, berî gişkan diçin mala mirovîn xwe yên nêzîk, xwedîyê malê nanê xêrê datîne. Gişk rehmetî bi bîr tinin. Wekîlên mala hadîyan şêx û pîr dua û dîrozgeyan dikin, bona wek dibêjin ciyê xemên beqiyan tije bikin. Li vir tê gotin, ku tu tişt heta hetayê nine. Her tişt dikşe û tê guhertin, kê ku xuluqîye ewê bemire. Ew jî riza xudê ye. Piştî wê yekê, neferên male êdî nikarin herine şahî û davetan. Bi wî avayî malbatê ji şînê derdixin. Edetekî din jî yê baş heye, gava dixwazin daveta yekê bikin,yan şahîya yekê derbaz bikin, ji mala ku yek jê miribe, destûrê distînin û ew yek berî eyda Xidir Nebî û Xidir Elez dikin.

    Roja îniyê, hemû diçine mêvanîya hevdû, eyda xwe derbaz dikin û hev bimbarek dikin. Ji hevra xwşbextîyê,cansaxiyê û bextevarîyê dixazin. Xidir Nebî berî gişkî dibe mêvanê wan kesan, ku sala bihûrî paqij û qenç, dilrehm û bênfireh bûne, ber rebê xwe gunehkarî nekirine. Guhdarên delal em xebatkarên radyoyê, hemû kûrdên êzdî bimbarek û pîroz dikin. Em dixazin ku Xidir Nebî li mala her yekê we biqeside, îsal û sala tê ji bo hemûyan bextewari û xweşî be, hemû mirazê we mîyaserbin, bila xwedê bike hûn şa û bextevar bin.

    Eyda Xidir Nebî li hemû kurdên êzdî bimbarek û pîroz be!

    Bi heman mijarî:

    "Roja bîranîna mirîyan"...
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de