15:12 28 Gulan 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    ENKS: êrîşên ser Kobanê pêwîstiya yekrêziya Kurdan eşkerekir

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Yekitiya Kurdan bûye pêwîstiyek neteweyî û çênabe aliyek tenê Rojavayê Kurdistanê birêve bibe.

    Encûmana Niştimaniya Kurdî – Sûriyê (ENKS) ragihand ku êrîşên li Kobanê pêwîstiya me bi yekrêziya aliyên Kurdî tekez dike û tekez kir ku ev êrîş tên holê piştî serkeftinên şervanên Kurd li Girê Sipî û helmeta hin şofîniyan dijî van serkeftinan.

    Di daxuyaniyekê de ku kopiyek bo BasNews hatibû şandin ENKSê tekez kiribû ku Îro 25 Hizêranê çekdarên DAIŞê bi cilên şervanên Kurd û Artêşa Azad derbasî nava bajarê Kobanê bû û karesetek mirovî derheqê xelkên sivîl li wî bajarê pêkanîn.

    Daxuyaniya ENKS amaje bi wê yekê jî kir ku `çekdarên DAIŞê êrîş birin ser bajarê Hesekê û xelkê sivîl kuştin û aramiya di nav pêkhatiyên Hesekê ji Kurd, Ereb, Êzdî û Xiristiyanan de hilweşand.`

    Herwiha daxuyaniyê tekez kir ku `ev êrîşên kînî piştî şikestinên mezin yên DAIŞê li Girê Sipî tên holê.` di demekê de ku `Hin şofîniyan metirsên xwe ji azadkirina deverên Rojavayê Kurdistanê anîbûn ziman û gelek tuhmet derbarê kurdan bê belge belavkirbûn.`

    Her wiha, di daxuyaniyê de tê gotin ku `aliyên şofînî bi wan nexeş hatibû ku Herêma Kurdoistanê alîkariyên lezgîn bo deverên rizgarkirî rêkirbûn..`

    Ji aliyekî din ve ENKS ev erîşên hovane bi tundî şermezar kirin û tekez kir ku Îro ji hemi demê bêhtir pêwîstya me bi yekrêziyê heye, nabe bi tenê aliyek deverên Kurdî birêve bibe, ji ber ku yekrêziya Kurdan bûye berpirsyaretiyek neteweyî.

    Bi heman mijarî:

    ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de