05:07 26 Nîsan 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    Hesekê- Şer li taxa Neşwe diqewime

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Çekdarên DAIŞê derbasî taxa Neşwe ya rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bûn û navenda hêzên ewlekariya tawanan li heman taxê topbaran dikin.

    Li gorî zanyaryên Rûdawê, îro serê sibehê hejmarek çekdarên DAIŞê ji aliyê başûr û başûrê rojava ve derbasî taxa Neşwe ya rojava bûne û li wir bi alîkariya şaneyên veşartî yên DAIŞê êrişî navendên hêzên artêşa Sûriyê li wê taxê kirin.

    Wek Rûdaw radighîne, niha şerekî giran li nav taxa Neşwe ya rojava di navbera çekdarên DAIŞê li aliyekî û hêzên artêşa Sûriyê û çekdarên alîgirên wan li aliyê din de diqewime.

    Her wiha, Rûdaw ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê ji Tabûra Çiyayê Kewkeb û tankên wê li deriyê Hesekê çekdarên DAIŞê yên ku derbasî nava Neşweya rojava bûne topbaran dikin, herwiha balafirên şer yên Sûriyê jî navendên DAIŞê yên li ser riya navbera Hesekê û Girê Spî bombebaran dikin.

    Her wiha, li gorî zanyariyên Rûdawê, ji ber dijwariya şer û ji tirsa DAIŞê, bi sedan malbat ji taxên başûr û rojavayê Hesekê weke Neşwe, Neşweya rojava, Xwêran, Hoşbare û Makif yên erebnişîn koçber dibin.

    Peyamnêrê Rûdawê li Hesekê diyar kir ku bi dehan malbatên kurd jî ji taxên kurdan ji tirsa DAIŞê û hawinên wê, ber bi navçeyên din yên kurdan koçber dibin.

    Peyamnêrê Rûdawê bal kişand ser ku hêzên asayişê li taxên kurdan yên bajêr ketine amadebaşiyê de.

    Bi heman mijarî:

    Hesekê – Welatî ji tirsa DAIŞê xaniyên xwe difroşin
    Hesekê – Gefa DAIŞê roj bi roj zêde dibe
    Li Hesekê şer gur dibe
    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye
    DAIŞ êrîşî Hesekê dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Kurd Hesekê vala dikin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de