22:46 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Balyozê Amerîka li Îraqê

    Balyozê Amerîkayê: Li Amerîkayê nerînek yekgirtî bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge heye

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Balyozê Amerîka li Iraqê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragihand ku, li Amerîkayê nêrîneke tevahî û yekgirtî di piştevanîkirina Hêzê Pêşmerge de heye.

    Îro li Hewlêr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones û şanda ligel wî kir.

    Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê û şerê li dijî terorîstan, her wiha azadkirina bajarê Musilê gotûbêj kirin.

    Ji bilî wê, herdu aliyan ronahî xistin ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa xerab a koçberên parêzgeha Enbarê.

    Her di vê hevdîtinê de şanda mêvan ew yek ji Barzanî re ragihand ku li Amerîka nêrîneke tevahî û yekgirtî li ser piştevanîkirina Hêzên Pêşmerge heye.

    Herwiha tekez jî kir ku hevkariyên artêşa Amerîka ji bo Hêzên Pêşmerge wê berdewam bibe û hevahengiya di navbera hêzên Amerîka û Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de berfirehtir bibe.

    Her wiha, herdû aliyan rewşa Sûriye û çawayiya rûbirûbûna terorîstan li vî welatî jî nirxandin.`


    Bi heman mijarî:

    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de