16:19 29 Adar 2017
Zindî
    Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Parlamentoya Kurdistanê li ser mijara Serokatiya Kurdistanê dicive

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Parlamentoya Kurdistanê wê li ser pêşniyarqanûnên 4 partiyên Başûrê Kurdistanê derheqê sererastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê bicive.

    Parlamentoya Kurdistanê wê îro saet 11:00 li ser wan pêşniyarqanûnên ku ji aliyê YNK, Gorran, Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ve ji bo sererastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine pêşkêşkirin, bicive.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, PDK di wê baweriyê de ku asta qanûnî ya parlamenteran ji bo civînê çênabe, lewma civîn wê bimîne hefteya bê.

    Her wiha, li gor zanyariyên Rûdawê, PDK vê yekê ji xwe re wek guvaşekî dibîne, lewma naxwaze civîna îro ya parlamentoyê pêk were, lê YNK û Gorran rijd in li ser civînê.

    Bi heman mijarî:

    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de