05:41 22 Tîrmeh 2017
Zindî
    Jin û zarên êzîdî ji dest DAÎŞ`ê  hatin rizgarkirin

    DAIŞ kurdên êzîdî mecbûr dike rojiyê bigirin

    © Foto: Osman Ba]qali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Berpirsyarekî kurdê êzîdî dibêje, rêkxistina DAIŞê girtiyên kurd ên êzîdî mecbûr dike jibo meha Remezanê rojî bigrin. Herwiha her kesek ji wan ku rojê 5 nimêjan neke bi lêdana qamçiyan tê cezakirin.

    Rêveberê Giştî bo Karûbarên Êzîdiyan di Wezareta Ewqafê de, Xeyrî Bozanî di daxuyaniyekê de ragihand: me ji çavkaniyên bawerpêkirî bihîstine ku rêxistina DAIŞ bi zorê rojiyê bi girtiyên kurd ên êzîdî yên di girtin.

    Bozanî wiha got: `DAIŞ bi gefa kuştinê û bikaranîna çekê, wan girtiyan mecbûr dike rojê 5 caran limêj bikin û kesê ku berovajî biryara wan tevbigere, bi qamçiya tê cezakirin.`

    Xeyrî Bozanî tekez kir ku kiryarên DAIŞê yên guhertina ola êzîdiyan û mecbûrkirina wan bo Îslamê karekî ji aliyê her kesî ve cihê şermezariyê ye.

    Tê zanîn ku li gorî amareke Komisyona Mafên Mirovan li Iraqê, heya niha nêzîkî 5 hezar kurdên êzîdî di destê DAIŞê de mane û 1640 ji wan karîbûn xwe ji destê wan rizgar bikin.

    Bi heman mijarî:

    ENKSê 3 kursiyên rêveberiya xwe ji kurdên êzîdî re veqetand
    REQA- DAIŞ bazara keçên kurdên êzîdî vekiriye
    Kurdên êzîdî piştgiriya xristiyanên Rûsayayê xwestin
    Mesûd Berzanî ligel nûnerên kurdên-êzîdî civya
    Komek din ji kurdên êzîdî rizgar bûn
    18 kurdên êzîdî rizgar bûn
    Etîketan:
    Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de