05:06 28 Hezîran 2017
Zindî
    Qamışlo

    Dîsa li Qamişlo alozî derket

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Derengiya şeva borî di navbera hêzên YPGê û hêzên ewlekariya Sûriyê de li bajarê Qamişlo şer derket û heta îro serê sibehê berdewam bû.

    Li gorî zanyariyên Rûdawê, şer derdora saet 01:00ê nîvê şevê li taxa Erbewiye ya bajarê Qamişlo derketibû û heta îro saet 05:00ê serê sibehê berdewam bû.`

    Her wiha Rûdaw ragihand ku `hin zaniyarî hene ku hêzên YPGê navenda polîs ya rojhilatê Qamişlo li taxa Erbewiye ku di destê hêzên ewlekariya Sûriyê de bû, kontrol kirine, lê hîn ev zaniyarî nehatine piştrastkirin.`

    Wek Rûdaw radighîne, niha rewş li nava bajarê Qamişlo aram e.

    Roja Duşemê ya borî jî, alozî di navbera hêzên asayişê û hêzên ewlekariya Hikûmeta Sûriyê de li Qamişlo derketibû û di encamê de 25 kes ji hêzên ewlekariyê hatibûn girtin, ew jî piştî ku wê hêzê hejmarek karmendên sivîl ên Temwînê girtin û piştre di navbera herdu aliyan de alozî derket.

    Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ser bo parêzgeha Hesekê ve ye. Niha bazar û navenda bajêr di destê hêzên ewlekariya Sûriyê de ye û yê mayî ji bajêr jî di destê YPGê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Qamişlo êrîşa intîharî pêk hat
    Qamişlo – Di navbera hêzên asayişa PYDê û rêjîma Sûriyê de şer derket
    2 kemyon alîkarî gihiştin Qamişlo
    Li Qamişlo di şewatê de 23 kes jiyana xwe ji dest da
    Qamişlo – Navendeke leşkerî ya YPGê rastî êrişa xwekujî hat
    Akadimisyenê kurd Ji nava Qamişlo hat revandin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de