06:34 22 Mijdar 2017
Zindî
    Êriş li dijî kurdan

    Li Qamişlo êrîşa intîharî pêk hat

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li Qamişlo li ber avahiya Asayîşê êrîşê întîharî pk hat, di encamê de endamekî Asyîşê jiyana xwe ji dest da û 3 endam jî birîndar bûn.

    Rêveberê Giştî yê Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm li ser bûyerê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku di êrîşa intîharî ya li dijî navenda Asayîşa Qamişlo de, endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest daye û 3 jî birîndar bûne.

    Îbrahîm got ku îro saet nêzî 09.00’an kesekî ku madeyên teqemenî li ser xwe kiribû êrîş pêk anî.

    Îbrahîm da zanîn ku kesê êrîşkar destpêkê gule li ser endamên Asayîşê yên ber derî rewşand û di encamê de endamekî wan ê parastina derî dikir, jiyana xwe ji dest da û paşê êrîşkar derbasî hundirê avahiyê bû û xwe teqand. Îbrahîm destnîşan kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa hemû birîndaran başe.

    Êrîşkar biyaniye

    Rêveberê Asayîşa da zanîn ku li gorî lêkolînên wan ên destpkê, kesê êrîşa xwekujî pêk aniye, kesekî ji derveyî Sûriyêye û got: ˮÇeteyên ku îslamê îdîa dikin, di meha Remezana Pîroz de êrîşî muslimanan dikin. Çete li dijî nirxên Îslamê û mirovahiyê tev digerin.ˮ

    Bi heman mijarî:

    Qamişlo – Di navbera hêzên asayişa PYDê û rêjîma Sûriyê de şer derket
    Li Qamişlo di şewatê de 23 kes jiyana xwe ji dest da
    Qamişlo – Navendeke leşkerî ya YPGê rastî êrişa xwekujî hat
    Akadimisyenê kurd Ji nava Qamişlo hat revandin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de