10:11 24 Hezîran 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Wezîrê bergiriya Amerîka: divê hemî hêzên Îraqî wek Pêşmerge bin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Wezîrê bergiriya Amerîka pesnê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de da.

    Wezîrê bergiriya Amerîka ragihand ku Pêşmerge nişanî me dan bê şer çawaye û şiyanên xwe jî bi rengekî bi hêz di şer de dan diyarkirin Di dema kombûna komîta xizmetguzariya leşkerî di Kongirêsa Amerîkî de di roja Pêncçemê bûrî 18 Hizêranê de wezîrê bergiriya Amerîka “Aşton Karter” ragihand ku: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ew hêze ku em dixwazin hemî hêzên Îraqî wek wê bin û wek wê bên avakirin.”  Aşton behsa rizgarkirina Girê Sipî jî kir û bi girîngî ew wesif da ji ber ku bi girtina Girê Sipî damarê Serekî yê DAIŞê hat birîn û got: “Me her demê alîkariya ezmanî û pêdawîstên leşkerî pêşkêşkirin.” Derbarê şandina çekan bo Pêşmergeyên Kurdistanê Aşton got: “Em dê berdewam bin li ser alîkariya Pêşmerge û me daxwaz ji Bexdayê kiriye ku bi lez wan çekan bighînin destê Pêşmergeyan, Em çûn Bexda û me ji wan re got çênabe hûn bi sistî çekan bighînin Pêşmerge ji ber Pêşmerge rasteqîne bi wan çekan şerê DAIŞê dikin û ne em tenê alîkariya Kurdan dikin lê belê çend welatekî Ewropî jî alîkariya wan dikin.” Wezîrê bergiriya Amerîka eşkere jî kir ku beşekî mezin ji çekên Pêşmerge ji aliyê welatê Ewropî tên peyda kirin ne ji aliyê Amerîka wek amajeyekê bi çekên Elmanî ku gihane dest Pêşmerge û got jî: “Ew çek gelekî başbûn û rojane rolek girîng li bereyên şer dikirin.”

    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de