10:49 28 Gulan 2018
Tel Abyad ku girêdayê wîlayeta Reqqayê ya Sûriyeyê

Îbrahîm Kurdo: Rêveberiya nû ya Girê Spî dê ji hemû netewên bajêr pêk were

© AFP 2018 / Bülent Kılıç
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Kobanî Îbrahîm Kurdo diyar kir ku rêveberiya nû ya Girê Spî dê ji kurdan, ereban, tirkmen û ermeniyan pêk were.

Îbrahîm Kurdo tevlî bultena Rojava ya Rûdawê bû û got, li bajarê Girê Spî kurd, ereb, tirkmen û ermenî dijîn lê rêjîma Sûriyê kurd û ermenî ji wir derxistibûn û bajar xistibû destê ereban lê piştî ku Girê Spî ji destê DAIŞê hat derxistin êdî ev rewş namîne. Kurdo diyar kir ku divê rêveberiya nû ya Girê Spî ji hemû pêkhateyên bajêr pêk were û dîsa bajar bibe bajarê biratiyê. Wî rayedarê Kantona Kobanî li ser îdiayên ku dibêjin, YPGê zilm li erebên Girê Spî kiriye jî got, ew îdia derew in, çimkî ti ferqek di navbera kurdan, ereban, tirkmen û ermeniyên Girê Spî de tine… Bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê roja 15ê vê mehê ji aliyê hêzên YPG û Volkana Feratê ve û bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman ve ji destê

Etîketan:
Girê Spî, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de