18:36 24 Gulan 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Berpirsekî YNK: Pêwîstiya Dûzxurmatû bi Pêşmergeyên bêhtir heye

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Berpirsekî YNK radighîne ku, ji bo aramkirina rewşa Dûzxurmatû “pêwîste hêzeke zêdetir a Pêşmere û asayişê” bo qezayê bên şandin.

    Heyama 3 heftiyan e ku alozî di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de li qezaya Dûzxurmatû berdewamin, çend carekê jî şer di navbera wan de derketiye. Kargêrê Melbenda 3 yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Kerîm îro, 20ê Hezîranê, ji BasNewsê re ragihand ku, ji bo aramkirina rewşê pêwîstiya wan bi hêzeke bêhtir a Pêşmerge û asayişê li nava Dûzxurmatû heye. Navborî amaje kir ku, roja 9ê Hezîranê şandeke Polîtbîroya YNK serdana Dûzxurmatû kir û di civînekê de biryara şandina hêzeke bêhtir a Pêşmegeyan dan “lê heta niha ew biryar bi temamî nehatiye cîbicîkirin.” Derbarê reşwa qezayê û aloziya ku di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de derketibû Mela Kerîm got: “Rewş ne xirabe wek ku di medyayê de hatiye behiskirin, lê pêwîste ewlehiya zêdetir bo navçeyê bê peydakirin.” Li ser hebûna çekdarên Heşda Şeibî li navçeyê, wî berpirsê YNK aşkere kir ku “Baregehên Heşda Şeibî li nava qezayê nînin, lê Tirkmenên qezayê çend yekeyeke Heşda Şeibî pêkanîne û li derdora qezayê mijûlê perwerdeyê ne, piştî wergirtina perwerdeyê jî, xelik vedigerin nava bajar.” Navborî tekez kir jî ku, pêwîste YNK rê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide daku “bêhtir girîngiyê bide qezayê, ji ber ku ji aliyê ewlehî û xizmetguzariyan ve pêwîstiya wan bi girîngiya bêhtir heye.”

    Etîketan:
    Dûzxurmatû, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de