10:05 23 Sibat 2017
Zindî
    rojava-sînor-çalakî-bombeya gazê-êriş-çalakî-artêşa tirk-kobanî

    Li Girê Spî jiyan asayî dibe

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 810

    Li Girê Spî ya di encama operasyona ku YPG û Burkan El Firat bi hevparî meşan de hat rizgarkirin, jiyan asayî dibe.

    Li Girê Spî ya di encama operasyona ku YPG û Burkan El Firat bi hevparî meşan de hat rizgarkirin, jiyan asayî dibe.  Esnafan dukanên xwe vekirin, welatiyên ji şer reviyabûn Tirkiyeyê jî vedigerin. Hinek çapemeniyan piştî Girê Spî hat rizgarkirin derewa ‘Kurdan li ser gelê Ereb, Tirkmen, Suryanî û Ermenî qirkirina etnîkî pêk aniye’ kirin. Lê ev derew ji aliyê Ermenî û Tirkmenên li bajar dijîn ve hate derewandin.  Hat gotin ku deriyê sînor ê ji bo ewlehiyê ev du roj in girtî hatiye hiştin jî îro wê bê vekirin. Rizgarkirina Girê Spî ya di navbera Cizîr û Kobanê de peywira tamponê dibîne, tê wateya vekirina korîdoreke  girîng a ji bo Kobanê. Bi vekirina vê korîdorê re, wê alavên alîkariya mirovahî ya ji bo avakirina Kobanê bê şandin.
    Rizgarbûna Girê Spî, gelê Misilman û ne Misilmanan ên di bin zextan de hatibûn hiştin jî, kêfxweş kiriye. Gelên kêmar yên Girê Spî kêfxweşiya xwe ya li dijî rêveberiyê tînin ziman.

    Etîketan:
    Girê Spî, Rojava, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de