09:20 28 Nîsan 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Kurdistana Mezin Îdeyeke bi perspektîv

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 8020

    Rojhilata Navîn li ber çavan tê guhertin û tiştên duh wek nemimkun dihatin hesibandin îro diqewimin. Wek li Rûsyayê dibêjin agirê bê dû nabe. Agirê kurd îro li Rojhilata Navîn ji hemû deman zêdetir gur dibe.

    Enver Eşkî şewirmendê berê yê prensê siûdî Bandar Bîn Sûltan, behsa planên aştîya bi Îsraîlê re û sazkirina Kurdistana Mezin a li ser axa kurdan a li Îran, Tirkîye, Iraq û Sûrîyeyê kir. Îdeya sazkirina Kurdistanê li ser axa kurdan a di nav Împaratorîya Osmanîyan dihate gotubêjkirin, lê piştî Yekemîn Şerê Cîhanê ne hate dabînkirin. Piştî Duyemîn Şerê Cîhanê jî ew pirs ne hate rojevê. Gelo ji ber kîjan sedeman sîyasetmedar îro pirsa Kurdistana Mezin gotûbêj dikin?

    Piştî bi dawîbûna şerê sar, gelek pêvajoyên di maweya dehan salan de hatinî cemidandin, li Rojhilata Navîn derbazî tevgerê bûn. Li herêmê lêgerîna hevsenga hêzê ya nû destpê kir. Hewlên DYA û hevalbendên wê, ne di şerê Afganistanê û ne jî di şerê Iraqê de tu encamên erênî nedan. Wan hewlan hevsenga li herêmê serobinî kir û tenê ji Îranê re li hev hat, ku bikaribe herêmê domîne bike. Piştî wergerandina rejîma Saddam Husên, Îranê li Iraq, Sûrîye, Lîbya û Yemenê pozîsyona xwe da xurtkirin. Her weha ji alîyê civaka navneteweyî ve naskirina mafê Îranê ya bikaranîna bernameya nukleerî ya aştîyane jî derfet da wî welatî ku ji hemû welatên li Rojhilata Navîn bandortir be. Îran êdî li nêzê sazkirina çekên nukleerî bûye. Tehdîda Îranê ya ji bo Îsraîlê wek berê berdewam dike. Her weha şerên navxweyî yên li Iraq, Sûrîye, Lîbya û Yemenê jî vegerîya nakokîyên di navbera Îran û Erebistana Siûdîyê de.

    Di wan şertan de analîstên leşkerî û dîplomat li herêma Rojhilata Navîn varyantên cuda yên yekitîyê vedinêrin, ku bikaribin pêşî li Îranê bigirin. Eger potansîyela nukleerî ya leşkerî ya Îranê peyda bibe, ku ji bo DYA`yê serêşîya herî mezin a li herêmê ye, pêşîlêgirtina pêşveçûna Îranê wê ji welatên Rojhilata Navîn re bimîne. DYA`yê berî niha jî ragihandibû, ku ji bo dewletên ereb li dijî Îranê şer nake. Elbet eger desthilata li DYA`yê bête guhertin, pozîsyona amerîkîyan jî dikare bête guhertin. Lê, Amerîkî varyantên cuda vedinêrin. Yek ji wan jî dabînkirina hevalbendîya Îsraîl û Erebistana Siûdî ye. Ji bilî wê jî projeya sazkirina Kurdistana Mezin heye. Lê, ji ber du dewletên bi hêz ên wek Îran û Tirkîyeyê dabînkirina wê projeyê ne reel e. Lê, gereke ew yek jî neyê ji bîrkirin ku dewletên gelek bi hêz jî hilweşîyane û belav bûne.

    Li pişt îdeya Kurdistana Mezin gelê kurd a bi gelheya 40 milyonî disekine, ku êdî li bal wan hizrên neteweyî xurttir dibin û xwedî li xaka xwe ya dîrokî derdikevin a bi sedan salan e di navbera dewletên herêmê de hatî parvekirin. Ji bilî wê jî, kurd êdî di warê sîyasî de pêşketî ne, di asta dewletbûnê de ne û bi rêxistinkirî ne. Bi taybet jî kurdên Iraqê bi saya destkeftîyên xwe îro ji alîyê civaka navneteweyî ve jî têne naskirin. Ew yek jî faktoreke gelek giring e, ku kurd neteweyeke şervan e û ji bo parastina xak û welatê xwe amade ne. Serkeftina li ser DAÎŞ`ê jî nîşana wê yekê ye. Piştî wan serkeftinan kurd defacto bûne yek ji hêzên sîyasî yên herî giring ên li herêmê.

    Îro pirsa sazkirina Kurdistana Mezin li  Erebistana Siûdîyê tê gotûbêjkirin, ku berê li ser wê pirsê ne balkêş bûn. Me nêrînên eksperên navdar ên li ser îdeya sazkirina Kurdistana Mezin pirsî.

    Parlamentera Parlamentoya Iraqê ya ji PDK`ê, endama komîteya mafê mirovan a parlamentoyê Dr. Eşwak el-Caf  di wê derbareyê de wisa got:

    “Haya min ji îdeya sazkirina Kurdistana Mezin a siûdî behs dikin tuneye. Lê, serok Barzanî serdana Kûveyt, Yekitîya Mîrgehên Ereb û Erebistana Siûdî kir.  Kurdistan herêmeke gelek giring e û di şerê li dijî DAÎŞ`ê de roleke giring dilîze. Her weha em xebatên dîplomatîk dimeşînin, ku têkilîyên xwe bi hemû welatan re pêş ve bibin. Niha li Hewlêrê ji 24`an zêdetir konsûlxane hene. Em berî her tiştî pirsên dîplomatîk û razemenîyên ji bo Kurdistanê vedinêrin”.
    Eksperê navdar yê li ser Rojhilata Navîn ê ji Navenda Lêkolînên Stratejîk Begîn-Sadatê Prof. Efraîm Karş jî di wê derbareyê de wisa got:

    “Ez wisa difikirim, ku tiştê herî baş ew e, ku kurd di destpêkê de li Iraqê serxwebûna xwe îlan bikin. Li Sûrîyeyê jî derfeteke wisa heye. Zehmetîya li Sûrîyeyê ew e, ku gelek welat di nav problemê de ne. Ez wisa nafikirim, ku li ser xaka ku tê behskirin, Kurdistana Mezin bête avakirin. Ya herî bi mantiq ew e, ku li Iraqê dewleta serbixwe bête sazkirin û eger şertên destdayî peyda bibin, li Sûrîyeyê jî. Îsraîl bi awayeke pozîtîv li nêzê problema kurd dibe. Lê, niha ew pirs ji ber zêdehîya probleman ne rojeva Îsraîlê de ye. Yek ji wan probleman jî, problema durzîyên li Sûrîyeyê ye. Pirsa Kurdistana Mezin ne ew pirs e, ku li Îsraîlê bi awayeke cidî bête gotûbêjkirin”.

    Eksperê rûs yê li ser Rojhilata Navîn, rêvebirê Înstîtûya Rojhilatnasîyê ya Akademîya Zanistê ya Rûsyayê Vîtalîy Naûmkîn nêrînên xwe yên li ser wê pirsê wisa anî ziman:

    “Li gor nêrîna min, ew pirs retorîkê zêdetir tişteke din nîne. Siûdî wê pirsê gotûbêj nakin. Ez wisa difikirim, ku ew yek ji wan re jî ne pêwist e. Gotûbêjkirina wê pirsê, kozeke propagandayê ya li dijî Îranê ye. Siûdî tu tiştan nakin, ku kurdan ji bo sazkirina Kurdistana Mezin Teşwîq bikin. Derbarê Kurdistana Iraqê de jî dixwazim bibêjim, ku kurd li wê derê xwedî otonomîyeke gelek berfireh in. Dewletên ereb ên Kendava Farisîyê jî piştgirîya wan dikin. Lê, ji bo îlankirina serxwebûna Kurdistanê li pişt kurdan nasekinin. Ji ber ku naxwazin têkilîyên xwe bi Iraqê re xerab bikin. Siûdî anegorê guherîna şertan dikarin ragihînin ku mabesta wan ne piştgirîkirina serxwebûna Kurdistanê bû. Ez wisa difikirim, ku piştgirîyê nadine serxwebûna Kurdistanê”.

    Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Rûsyayê Aso Burhan ragihand, ku ji wê yekê memnûn e, ku  dewletên ereb ên Kendava Farisîyê rola kurdan a îro baş dinirxînin û faktora kurdan nas dikin:

    “Heta niha daxuyanîyên wisa nedihatine dayîn. Ji serê me de trajedîyên mezin ên wek Helepçe, jenosîda êzdîyan û Enfal derbaz bûn. Niha pirsên bi pêşeroja Rojhilata Navîn ve girêdayî têne gotûbêjkirin. Min dixwest bawer bikim, ku daxuyanîyên ereban ne tenê gotin, lê her weha famkirina guherîna Rojhilata Navîn be. Di maweya du salên dawîyê de kurd bi tevî civaka navneteweyî şerê DAÎŞ`ê dikin. Dewletên ereb ên Kendava Farisîyê êdî dibînin ku Iraqa berê nemaye û pêwistî bi verastkirina jîyana li Rojhilata Navîn heye. Tiştên ku ew îro behs dikin, ne yên perspektîva kurt in, lê baş e ku potansîyela Kurdistanê ya ji bo herêm û cîhanê fam dikin”.

    Rojhilata Navîn li ber çavan tê guhertin û tiştên duh wek nemimkun dihatin hesibandin îro diqewimin. Wek li Rûsyayê dibêjin agirê bê dû nabe. Agirê kurd îro li Rojhilata Navîn ji hemû deman zêdetir gur dibe.

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji milmilaniya taîfî
    Kongreyê Amerîkayê stratîjiya tekoşîna bi `DAÎŞ`ê re giftûgokir
    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Kerkûkî: Çareserî serxwebûn e
    Etîketan:
    Serxwebûn, Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de